QSD: Hêzên hevbeş tunelek a çeteyên DAÎŞ’ê dît

QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çarçoveya pêngava “Tolhildan ji bo Şehîdên Reqayê de, vê sibehê tunelek a çeteyên DAÎŞ’ê li Reqayê hat dîtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek derbarê pêngava “Tolhildan ji bo Şehîdên Reqayê” da.

Daxuyanî wiha ye: “Hêzên hevbeş ên Pêngava ‘Tolhildan ji bo Şehîdên Reqayê’ vê sibehê tuneleke çeteyên DAÎŞ’ê dît ku di dema dagirkirina Reqayê de bi kar dianîn.

Di operasyona lêgerînê de hêzan tunelek li nav avahiyên taxa Mişleb bi dirêjiya nêzî 50 metre bi kûrahiya 5 metre li bin erdê ye dît ku tê de hejmareke mezin a çete û cebilxaneyê dihat bicihkirin.