Çeteyên Tehrîr El Şam êrîş birin ser hêzên Şamê

Çeteyên Tehrîr El Şam li Idlibê êrîş birin ser hêzên hikumeta Şamê. Di encamê de 8 leşkerên Şamê jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî daxuyaniya Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) li nêzî bajarokê Keferoma yê li başûrê Idlibê, çeteyên Heyet Tehrîr El Şam êrîş birin ser hêzên hikumeta Şamê. Di encamê de 8 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan.

Ajansa nûçeyan a fermî ya hikumetê SANA'yê ragihand ku li Derayê jî 6 wezîfedarên ewlekariya hundirîn jiyana xwe ji dest dane.

Tê gotin li Derayê 2 teqîn çêbûne û gelek ji hêzên ewlekariyê jiyana xwe ji dest dane.