Li Kobanê çalakiya bi kon a ji bo piştgiriya gerîla di roja 2’an de didome

Li dijî êrişên ku dewleta Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dane destpêkirin Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kobanê kon vedan. Çalakî di roja 2’an de didome.

Li dijî êrişên ku dewleta Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dane destpêkirin Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Qada Şehîd Egît Kobanê kon vedan. Ji navçeyên Sirîn, Qinê, Çelebiyê, Şêran, Meclisa Kantona Kobanê û Rêveberiya Xweser a Kobanê tevlî çalakiya bi kon bûn.

Li konê berxwedaniyê pankartên  “Li dijî dagirkeriyê bijî berxwedan, “Na ji îxanetê re”, “Bijî biratiya gelan, bijî berxwedana gerîlayan”, “Na ji îxaneta PDK’ê re’’ li kon hat daliqandin û kon bi wêneyên şehîdan hat xemilandin.

Li ser navê Meclîsa Navçeya Şêranê Litfiye Silêman li ser îxaneta Mala Barzanî axivî û got "Em vê îxaneta ku malbata Barzanî li Kurdan dike, şermezar dikin. Em dibêjin êdî bes e ji îxanetê re, dev ji piştgiriya dewleta Tirk ya dagirker berde, ji ber ku wê di heman demê de te jî tune bike.”

Litfiye Silêman diyar kir ew ê tu carî teslîmiyetê qebûl nekin û got “Em ê her dem li ber xwe bidin û em ê li hemberî tu kesî stûyê xwe xwar nekin. Em gelê Kurd xwedî îrade ne.”