Şêniyên Minbicê: Em ê her tim têkoşîna xwe bilind bikin

Welatiyên Minbicê li dijî êrîşa dewleta Tirk a dagirker û îxaneta PDK’ê nerazîbûnên xwe nîşan dan û diyar kirin ku ewê li hemberî wan êrişan tim di nava têkoşîn û berxwedanê de bin.

Şêniyên Minbicê li hemberî îxaneta PDK’ê û piştgiriya wê ya bi dewleta Tirk re gotin, “Dewleta Tirk dixwaze biratiya gelan ya heyî tune bike, lê em li ser fikir û felsefeya Rêber Apo ne ku bingeha şoreşa Kurdî bi biratiya gelan hatiye avakirin.”

Hevseroka Meclîsa Rêveber a Demokratîk a Minbic û Navçeyên Wê Nezîfe Xilo têkildarê êrîşên li ser çiyayên Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên kirin wiha got, "Rêveberiya Demokratîk bi daxuyaniyekê ev êrîşên ku li ser çiyayên Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên şermezar kirin. Em wek şênî û Rêveberiya Demokratîk van êrîşan û van dagirkeriya xakên Kurdistanê şermezar dikin.”

Nezîfe diyar kir ku hîna dewleta Tirk a dagirker dest ji siyaseta xwe ya qirêj bernedaye û wiha pêde çû, “Dixwaze bi van êrîşên hovane vîna gelan têk bibe. Wek bombebarandina li ser navçe û bajarokan û di heman demê de jî li ser çiyayên azad jî êrîş destpê kiriye. Dewleta Tirk jî naxwaze di cîhanê de azadîxwaz û biratiyeke gelan were avakirin. Ji ber wê jî dixwaze bi guhertin û bi dagirkirina hin beşên Sûriyê û çiyayên Kurdistanê van destkeftiyan têk bibe.”

Hevserok Nezîfe Xilo di dawiyê de anî ziman ku hêviya mezin a dewleta Tirk eve ku dixwaze Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çiyayên azad dagir bike û diyar kir, “Lê em vî tiştî şermezar dikin, em dibêjin ku heta tevahî xakên me yên dagirkirî werin rêzgarkirin, emê her tim têkoşîna xwe berdewam bikin. Di vir de em bang li tevahî gelên azadîxwaz dikin ku li hember vê wehşetê bisekinin.” 

Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Minbicê Sîham Hemo li ser êrîşan axivî û got, “Em êrîşa dewleta Tirk ya dagirker a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin. Dewleta Tirk timî zagonên cîhanî binpê dike û dixwaze her tim dagirkeriyê bike û ziyanan bighîne her derê. Dewleta Tirk ne tenê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di heman demê de çiyayên azad ku xwediyê projeya biratiya gelan û azadîxweziyê ye dike armanca êrişan. Dixwazin li wir jî ew destkeftiyên ku hatine bidest xistin tune bikin, lê heta niha tu kes nabêje ku dewleta Tirk çima êrîş dike."

Di dawiyê de Sîham Hemo bang li hemû kesayetên aştîxwaz û parêzvanên mafên mirovan kir ku li hemberî vê hovîtiya ku dewleta Tirk dike bisekine û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Banga me taybet ji dewletên ku dibêjin em ji bo mafê mirovan têkoşîn dikin eve ku bila li hemberî vê wehşetê bêdeng nemînin.”

Ciwanê bi navê Bekrî Mihemed jî nerazîbûna xwe li dijî hevkariya malbata Barzanî ya bi dewleta Tirk ya ku dixwaze Kurdan tune bikin nîşan da û wiha anî ziman, “Dewleta Tirk bi hevkariya malbata Barzanî re êrîşê xwe li ser çiyayên Kurdistanê dike, dixwazin ku Kurdê bi azadî jiyan dikin tune bikin.”

Bekrî her wiha bibîr xist ku mala Barzanî ne cara yekemîne ku îxanetê dike û got, “Her tim li dijî Kurdan îxanet kiriye, lê nizane ku wê dewleta Tirk jî vegere wî û wê jî tune bike. Em wek ciwan em ê heta azadiyê her tim têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Rêveberiya Jinên Ciwan yê bajarê Minbicê Sîdana Henûş jî diyar kir ku ewê wek jinên ciwan li dijî êrişên li ser Kurdistanê rabin ser piyan û wiha axaftina xwe domand; “Dema ku astengî li ku derê Kurdistanê çêbibe, em ê jî li her derê serhildanan lidar bixin. Em wek ciwan û şêniyên Minbicê heta digihêjin serkeftinê em ê her tim çalakiyên xwe bdomînin."

Sîdana di dawiyê de destnîşan kir ku her kes dizane ku dewleta Tirk dixwaze Kurd û hemû biratiya gelan jî tune bike û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Lê em dizanin ku derketina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û avakirina gerîlayên azad li ser bingeha avakirina biratiya gelan û ji bo azadiya hemû gelên bindest e. Lê mala Barzanî jî ji bo tunekrina gêrîlayên azad û tunekirina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriyê dide dewleta Tirk a dagirker. Ji ber wê jî em ê her tim li hember dagirkerê Tirk û mala Barzanî têkoşîna xwe xurt bikin.”