YPJ: Em ê tola hevrêyên xwe hilînin

YPJ'ê ragihand ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de ku doh li Kobanê bi balafira bêmirov a bi çek hate kirin 3 hevrêyên wan şehîd bûne û got, "Çawa ku me ti carî tola şehîdên xwe li erdê nehiştine, em ê niha jî tola hevrêyên xwe ji neyaran re nehêlin."

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) li ser êrişa dewleta Tirk a dagirker ku doh li Kobanê bombe li wesayitekê barand, daxuyaniyek da.

YPJ'ê ragihand ku di vê êrişê de 3 hevrêyên wan şehîd bûne û biryardariya ji bo hilanîna tola şehîdan destnîşan kir.

Daxuyaniya YPJ'ê wiha ye:

"Di vê serdemê de li Kurdistanê konsepteke berfireh a ji bo tunekirina gelê Kurd û neteweya demokratîk tê meşandin. Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya hêzên herêmî û yên navneteweyî bi her awayî êrişê çar parçeyên Kurdistanê dike. Ev jî dide xuyakirin ku hêzên qirker ji bo berjewendiyên xwe li ser tunekirina gelê Kurd bi dijminahiyeke mezin hevkarî û hevkirin pêk anîne. Dewleta Tirk a dagirker bi hêz û wêrekiya vê hevkariyê li ser herêmê êrişên xwe berfirehtir û mezintir dike.

Di pêşengtiya YPJ’ê de soreşa Rojava ku bi berdêlên giranbiha pêk hat û ji bo hemû mirovahiyê li hember DAÎŞ'ê sekinî, li ber xwe da di serî de ji bo jin û gelê herêmê bû hêviya azadiyê. Lê ji destpêka şoreşa Rojava heta roja me ya îro dewleta Tirk a dagirker li ber çavên cîhanê êrîşî şoreşa Rojava kir. Dewleta Tirk a dagirker dijminahiya hêz û vîna jin dike, di roja 20’ê Nîsana 2022’yan de hevrêyên me Dilar, Ronahî û Kobanî dema ku li ser erkê xwe bûn, bûne hedefa êrişa balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker û di encama vê êrişê de şehîd bûn.

Heval Dilar Heleb a ku Endama Fermandariya YPJ'ê ya Kobanê bû di sala 2012’an li Helebê bi coş û kelecaneke mezin û bi bîr û baweriya welatê azad ve cihê xwe di nava şoreşa Rojava de girt. Di demeke kin de bi felsefeya azadiyê xwe di bîrdoziya rizgariya jin de kûr kir bû fermandareke jin a ku pêşengiya şoreşa mirovahiyê dike. Hevala me Dilar a ku di hemû şertan de li hember gelê xwe û erk û berpirsyartiyên xwe yên şoreşê bêteredut bi hemû hêza xwe ve tevlî bû weke fermandareke me hêz da şoreşa jin. Ji bo hemû hevrêyên me bû remza hevrêtiya germ, mînaka jina tekoşer, jina ku bi hêz û vîna xwe hebûna xwe diyar dike û dibe pêşenga paşerojên azad. Hevrê Dilar a ku bi tevlîbûna xwe xwedî rolekê diyarker bû di şoreşa Rojava de bi şer û pêngavên ku tê de cih girt jî, pêşengtiya pêvajoyan kir û her çepereke berxwedanê de bû xwedî ked û tekoşîn. Taybet li Helebê di berxwedana Şêx Meqsûd heya pêngavên weke Minbicê bi berxwedana hevrê Dilaran ve azadî misoger bû.

Heval Ronahî Kobanê di sala 2014’an de ji berxwedana Kobanê ya destanî bandor dibe û ji bo azadî, rûmeta jin û gelê xwe li hember hovîtiya çeteyên DAİŞ tevlî refên YPJ’ê dibe û li Kobanê weke bi hezaran hevalên xwe berxwe dide û di vê berxwedanê de birîndar dibe. Ruxmê hemû zehmetiyên birîndariyê jî bi kelecaneke mezin tekoşîna azadiyê hembêz dike bi vîneke mezin cihê xwe di pêngava Reqa de girt. Piştî salên dirêj ku cihê xwe di nava YPJ’ê de girt derbasî erka Hevserokatiya Desteya Parastinê a Kobanê bû dema ku şehîd bû jî xebatên Desteya Parastinê pêk dianî.

Heval Kobanî ya ku di sala 2020’an de, bi temenê xwe yê ciwan, ji malbateke welatparêz tevlî refên YPJ’ê bû bi ciwaniya rihê xwe kelecana şoreşê jiyan kir û cihê xwe di nava refên azadiyê de girt. Her dem bi lêgerîneke xurt a azadiyê, bi hez kirin û meraqeke mezin şoreşa me hembêz kir.

Weke hêzên YPJ’ê em ji malbata Hevrê Dilar û Ronahî Kobanî re sersaxiyê dixwazin em dibêjin çawa ku me tu caran tola şehîdên xwe li erdê nehîliştiye em ê niha jî tola hevrêyên xwe ji neyaran re nehêlin. Şoreşa me ya ku bi vîn û fedakariya şehîdên me gihaştiye roja îro wê ji îro şûnde bi heman awayî berfireh bibe û bidome. Çawa ku hevrêyên me Dilar, Ronahî û Kobanî bi rihekê bêteredut xwedî li erkê xwe derketin û şoreşa Rojava parastin emê jî bi heman rihê ala ku wan emanetê me kiriye ber bi serkeftina Kurdistana azad ve bibin.  Li ser vî bingehî bangawaziya me ji gelê me ew e ku bi erk û berpirsyariya  xwe ya welatparêzî rabin û xwedî li şehîdên xwe û hemû nirxên şoreşê derbikevin. Em bawerin weke şervan û gel em dikarin bi feraseta şerê gelê şoreşgerî li hember her cure êrîşên tunekirinê bisekinin û Kurdistna azad misoger bikin.

Nasnav: Dilar Heleb
Nav û Paşnav: Ranya Henan
Navê dayîk: Necah
Navê bav: Remzi
Cihê ji Dayîkbûnê: Efrîn-1988
Cih û Dîroka şehadete: Kobanê-20.04.2022

Nasnav: Ronahî Kobanê
Nav û Paşnav: Rodîn Ebdilqadir Mihemed
Navê dayîk: Emîne
Navê bav: Ebdilqadir
Cihê ji Dayîkbûnê: Kobanê-1996
Cih û Dîroka şehadete: Kobanê- 20.04.2022

Nasnav: Kobanî
Nav û Paşnav: Cihan Nidal Elî
Navê dayîk: Celila
Navê bav: Nîdal
Cihê ji Dayîkbûnê: Kobanê-2003
Cih û Dîroka şehadete: Kobanê-20.04.2022