‘Em bi ruh û can bi gerîla re ne’

Ji welatparêzên salên 1980’î Reşîd Reşo diyar kir ku wê bi sekna gelê berxwedêr pêşî li dagirkeriya dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeriyê re bigirin û bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li ber vê siyaseta PDK’ê rabe.

Reşîd Reşo di salan 1989’an de tevgera azadiyê ya Kurdistanê û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kir û ji hingî ve li ser vê xetê tevdigere.

Reşîd Reşo yê ji Helebê got, “Di salên 1980’î de me fikra Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) û Rêber Apo nas kir. Me dît ku partiyên Kurdî yên destpêkê ji bo doza Kurdî ti tiştên bi sûd ji bo Kurdan û Kurdistanê nekirin, ji ber wê jî me giyana Kurdiyetiyê û welatparêziyê di Rêber Apo de didît. Her wiha berxwedana şehîdên destpêkê yên partiyê yên canê xwe bêteredût ji bo doza Kurdistanê fedakirine, bandoreke mezin li ser me kirin. Fikir û felsefeya Rêbertî em ji xewa mirinê hişyar kir.”

‘PKK XWEDÎ RÊGEZ Û PROJE YE, EW JÎ JI BO KURDISTANÊ YE’

Reşîd Reşo axaftina xwe wiha domand: "Ji ber ku PKK ji bo hemû Kurdan li her çar aliyên Kurdistanê şer dike û berxwedaneke bêhempa ji bo doza Kurd û Kurdistanê dimeşîne; di nav hemû pêkhateyan de hezkirinek çêkir.  Ji ber wê jî her çû di asta navneteweyî de PKK weke partî û weke fikrekî belav bû. Di encamê de jî dijminên Kurdan ên ku ji bo perîşankirina Kurdan hewl didan, dest bi xebatên li dijî PKK'ê jî kirin. Yek ji wan jî dewleta Tirk û PDK ye. PDK'ê îdia dikir ku bi navê Kurdiyatiyê, demokatbûnê û yekrêziyê bang dike û digotin em xwediyê vê civakê ne. Lê mixabin ên herî zêde ji doza Kurdî  û Kurdistanê re dibû pirsgirêk  her wiha îxaneta wan ji Kurditiyê re gihîştiya asta şerê li dijî PKK'ê. Ji ber li hemberî dewleta Tirk û hêzên hegemon ên din nikare sekna xwe nîşan bide û fêrî stû xwarkirinê bûye. Ji ber wê jî em niha dibînin ku PDK'ê li ser mêtina xwîna Kurdan weke dewleta Tirk dixwaze xwe mayînde bike û xwe û malbata xwe biparêze."

Di dawiyê de jî Reşîd Reşo banga li gelê Kurd ê li her çar aliyên cîhanê kir û bi taybet li xelkê Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî siyaseta PDK'ê helwest nîşan bidin û piştgirî bidin berxwedana gerîlayên azadiyê. Reşîd Reşo got, “Em weke gelê Kurd dîbinînin ku ti tişt  ku mala Barzanî weke Kurdbûyîn temsîl dikin namaye. Ji ber ku em dibînin ji her aliyan ve li dijî Kurdan û projeya Kurdbûyînê li her deverê tevdigere. Weke rêgirtina li hemberî Rojava û şerê li dijî Şengalê û niha jî destekdayîna êrişa li dijî gerîla ya di 17'ê Nîsanê de. Ji ber wê em dibêjin ku ev xiyaneta ku niha PDK'ê li dijî doza Kurdan li hemberî gerîlayên azadiyê dimeşîne ger niha muhasebe nebe dîrok û zarokên wê, wê şermezar bikin. Her wiha em bi ruh û can bi gerîlayên xwe re ne û çi ji me were xwestin em ê têkoşîna xwe bilindtir bikin."