Li Kobanê li dijî dewleta Tirk û hevkarên wê ‘Konê Berxwedanê’ hate vedan

Li dijî êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêmên Parastina Medyayê daye destpêkirin li Kobanê kon hat vedan.

Li Qada Şehîd Egîd a li navenda bajêr “Konê Berxwedanê’’ hat vedan.

Pankarta ku li ser hatibû nivîsandin, “Li dijî dagirkeriyê bijî berxwedan, na ji îxanetê re, bijî biratiya gelan, bijî berxwedana gêrîlayan, na ji îxaneta PDK’ê re’’ li kon hat daliqandin û kon bi wêneyên şehîdan hat xemilandin.

Bi dehan kesên di nav de endamên saziyên sivîl û leşkerî û nûnêrên partiyên siyasî yên li herêma Feratê jî hebûn tevlê çalakiyê bûn.

Çalakî ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê hat organîzekirin.

Hevserokê Meclîsa Ciwanan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Mistefa Şefîq dema çalakiyê daxuyaniyek da û erîşên dewleta Tirk a dagirker yên bi piştgiriya PDK’ê li dijî Herêmên Parastina Medyayê pêk tîne şermezar kirin.

Sedîq diyar kir ku armanc wan êrîşan, qedandina Kurdan e û got ku ev şer şerê man û nemanê ye.

Di daxuyaniyê de li gelê Kurd banga xwedîderketina li gêrîlayan hat kirin.

Tê payîn ku çalakî sê rojan berdewam bike.

21’ê Nîsanê roja Pêncşemiyê welatiyên ji Sirîn, Qena, Celebî û Şêranê û endamên Meclîsa Kantona Kobanê ji saet 10’ê beriya nîvro heta bi 15:00’an tevlê çalakiyê bibin.