ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Hejmara meha Îlonê ya Kovara TCŞ’ê derket
Kovara meha îlonê ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê bi sernivîsa “Bi ruhê Pêngava Dem Dema Azadiyê ye, em ê faşîzma Îmraliyê parçe bi parçe bikin” derket. -
QSD’ê nasnameya 3 şervanên xwe aşkera kir
QSD’ê ragihand ku 3 şervanên wan ên bi navê Îbrahîm Mihemed Berho (Gîvara), Ehmed Hemed El Şawî (Zagros) û Hecî Xelîl Mihemed (Çiya Kobanê) di dema parastina li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Eyn Îsayê de şehîd bûne. -
Li Dêrazorê êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatin protestokirin
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Meclîsa Rojava ya Dêrazorê, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagiker daketin qadan û çalakî li dar xistin. -
YPG'ê Amara Ronahî bi bîr anî
YPG'ê şehîd Amara Ronahî bi bîr anî ku sala 2014'an li Kobanê li dijî DAÎŞ'ê şer kir û destnîşan kir ku wê ked û fedakariya Amara ti carî ji bîr nekin. -
Êrîşa li ser Kobanê: 2 leşkerên Şamê mirin
Di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de ku li ser gundê Qeremoxê yê li rojhilatê Kobanê hate kirin, 2 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan. -
Dewleta Tirk a dagirker bombeyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibarîne
Dewleta Tirk a dagirker bombardûmana li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê giran kir. Li gorî agahiyan heta niha kesek birîndar bû. -
QSD: Pêngava li Kampa Holê bi serkeftî bi dawî bû
Qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya ku li Kampa Holê li dijî şaneyên DAÎŞ’ê hatî destpêkirin, di roja 24’emîn de bi dawî bû. -
Ciwanan Elî Çîçek li Kobanê bi bîr anî
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan bi civînekê yek ji pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê û berxwedêrê Greva Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê Elî Çîçek bibîr anî. -
Li Holê qonaxa duyemîn qediya: 226 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir wan qonaxa duyemîn a operasyona li dijî DAÎŞ’ê ya li Holê bi dawî kirine. -
QSD’ê derbarê Kampa Holê daxuyaniyek weşand
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê derbarê operasyona mirovî û ewlehiyê ya li Kampa Holê li hemberî gefa DAÎŞ’ê daxuyaniyek weşand. -
Cenazeyê Kamber Soylemez hate veşartin
Cenazeyê endamê TEV-DEM’ê Kamber Soylemez bi merasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan hate veşartin. -
Xelkê Şedadê şehîdên QSD’ê bi rê kirin
Cenazeyê şervanên QSD’ê Beşar Hisên û Ehmed El Îbrahîm yên di bersivdana êrîşa hucreyên çeteyên DAÎŞ’ê ya li bajarokê Ruweyşed ê rojhilatê Dêrazorê de di 11’ê Îlonê de şehîd bûn, hatin veşartin. -
Şêniyên Kobanê li dijî tecrîdê meşiyan
Gelê Kobanê tecrîda li Îmraliyê protesto kirin û peyama ‘Heta ku Rêber Ocalan azad bibe, em ê têbikoşin’ dan. -
YPG'ê nasnameya şehîdekî eşkere kir
YPG'ê ragihand ku şervanê wan Merwan Derbendîxan, li Helebê dema ku bi erka xwe radibû ji ber qezayekê şehîd bûye. -
WHO: Rîska belavbûna kolerayê li Sûriyeyê pir zêde ye
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ya girêdayê NY’ê, diyar kir ku di rojên dawî de li Sûriyeyê bi dehan kes bi kolerayê ketine û hişyarî kir ku rîska belavbûna kolerayê li Sûriyeyê pir zêde ye. -
QSD’ê li dijî DAÎŞ’ê operasyonek li dar xist û du çete girt
Fermandariya Giştî ya QSD’ê diyar kir wan li başûrê navçeya Holê li dijî DAÎŞ’ê operasyonek kirine û di operasyonê de du çete girtine. -
Zaroka li Şehbayê ji ber êrîşa dewleta Tirk birîndar bû, şehîd ket
Zaroka 13 salî ya li Şehbayê di êrîşa Tebaxê ya artêşa Tirk a dagirker de birîndar bû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. -
HRE'yê lê da: 16 dagirker hatin kuştin, 4 jê leşker in
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li herêmên dagirkirî li dijî dagirkerên dewleta Tirk çalakî kirine. Di encamê de 16 dagirker hatin kuştin, ku 4 ji wan leşker in. -
Jineke din a Êzidî hate rizgarkirin
Li Kampa Holê ku operasyona 'Ewlehî û Mirovî' lê bi rê ve diçe, jineke din a Êzidî hate rizgarkirin. -
Cenazeyê Beylan Bêlûnî hate veşartin
Cenazeyê Beylan Bêlûnî yê ku di Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de şehîd bû, li Goristana Berxwedana Serdemê ya li Ehresê hate veşartin. -
Li Kobanê li dijî tecrîdê meş
Li Kobanê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşek girseyî hate lidarxistin. -
Li Kampa Waşûkanî teqîn: 4 kes birîndar bûn - HATE NÛKIRIN
Li Kampa Waşûkanî ku koçberên ji Serêkaniyê lê dimînin, ji ber teqînekê 4 kes birîndar bûn. -
Dagirker bi topan li gundê Dirdara yê Til Temirê didin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi topan li gundê Dirdara yê Til Temirê didin. -
QSD’ê îdiayên dewleta Tirk derewand
QSD’ê bi daxuyaniyekê îdiayên dewleta Tirk a dagirker ya ku dibêje di nava 4 rojên dawî de 12 şervanên wan şehîd xistine derewand. -
Şêniyên Dêrik û Tirbespiyê êrîşa Xelîfanê şermezar kirin
Malbatên şehîdan ên bajarên Tirbespiyê û Dêrikê yên Rojava ji PDK'ê xwestin ku êrîşa dewleta Tirk a li ser gerîlayên Xelîfanê ronî bike. 2 gerîlayên birîndar ji aliyê PDK'ê ve dîl hatibûn girtin.