ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Til Temirê 2 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin
Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê ragihand ku li gundê Leylanê 2 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin. -
Şêniyên Hesekê cenazeyê şehîd Cesûr Xebat spartin axê
Cenazeyê şervanê QSD’ê Cesûr Xebat ê ku li Rojava di Pêngava Mirovî û Ewlekariyê ya li Kampa Holê hatî destpêkirin de şehîd bû, li Hesekê bi merasîmek girseyî hat veşartin. -
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşê Til Temirê dikin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşê gundê Gozelî yê navçeya Til Temirê dikin. -
Çalakvanên konvedanê yên li Rojava piştgiriya hêzên parastinê kir
Çalakvanên konvedanê destnîşan kirin ku ew ê piştgiriya hêzên parastina civakî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin û diyar kirin ku dewletên herêmê divê helwest li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bidin. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Udey Cinêdiye hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Udey Cinêdiye yê ku li Kampa Holê di şerê li dijî ceteyên DAÎŞ’ê de şehîd bû, bi merasîmekê hat veşartin. -
‘Xetereya li Kampa Holê li ser hemû cîhanê ye’
Yek ji Fermandarên Koordîneya Pêngava Duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê Dilbirîn Kobanê diyar kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a li ser herêmê komkujî û liv û tevgera şaneyên DAÎŞ’ê zêdetir bûne û ji ber wan êrîşan operasyon dereng ket. -
Dewleta Tirk li Efrînê 13 kes revand
Dewleta Tirk a dagirker li gundên navçeya Cindirêsê û Şêrewayê herî kêm 13 kes revand. -
QSD’ê nasnameya 2 şervanên xwe yên li Holê şehîd bûne, eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê diyar kir li Kampa Holê di şerêli dijî şaneyeke DAÎŞ’ê de 2 şervanên wan şehîd bûye û nasnameya şervanan eşkere kir. -
Dagirkeran Zirgan û Til Temir bombe kirin
Dewleta Tirk a dagirker gelek gundên Zirgan û Til Temir ên Kantona Hesekê bombe kirin. -
Li Kantona Hesekê êrîşên dagirkeriyê û xiyaneta PDK’ê hate protestokirin
Li Kantona Hesekê, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û xiyaneta PDK’ê bi xwepêşandan û çalakiyan hate protestokirin. -
Şeniyên Kobanê li dijî ‘dagirkerî û xiyanetê’ meşiyan
Şeniyên Kobanê li dijî êrîşên dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê meşiyan. -
Li Kampa Holê 2 şervanên QSD’ê şehîd bûn
QSD’ê diyar kir di operasyona li Kampa Holê çeteyên DAÎŞ’ê kincên jinan li xwe kirine û êrîş kirine. Di vê êrîşê de 2 şervanên QSD’ê şehîd bûn. -
Li Holê şaneya DAÎŞ'ê êrîş kir: Çeteyek hate kuştin, 4 jî hatin girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihandin ku li Kampa Holê, şaneyeke DAÎŞ'ê êrîşî hêzên ewlekariyê kiriye. Hate ragihandin ku ji ber vê êrîşê şer qewimî û di encamê de çeteyek hate kuştin. -
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava dewam dikin
Dewleta Tirk a dagirker di saetên danê nîvro de gelek gundên Şehba û Til Temirê bombebaran kir. -
Dewleta Tirk a dagirker îstasyona elektrîkê bombe kir
Dewleta Tirk a dagirker li Til Temirê îstasyona elektrîkê bombe kir. -
Şehba û Til Temir hatin bombekirin
Dewleta Tirk a dagirker gelek gundên Şehba û Til Temirê bombe kir. -
Li Holê di nava 24 saetên dawî de 25 DAÎŞ'iyên din hatin girtin
Hêzên Ewlekariyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihandin ku di roja 13'an a operasyona li Kampa Holê de 25 çeteyên DAÎŞ'ê hatine girtin. -
'Em ê Efrînê û herêmên dagirkirî hemûyan rizgar bikin'
Koçberên Efrînê û xelkê Şehbayê destnîşan kirin ku ew ê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi her awayî parastina xwe xurt bikin û gotin: “Em ê Efrînê û herêmên dagirkirî hemûyan rizgar bikin.” -
Zaroka ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin, cenazeyê wê hate veşartin
Silava Remedan ku yek ji 5 zarokan bû ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin, cenazeyê wê li Dirbêsiyê hate veşartin. -
Cenazeyê şervanê HRE’yê Cesûr Efrîn hate veşartin
Cenazeyê şervanê HRE’yê Cesûr Efrîn yê di 4’ê Îlonê de şehîd bibû, li Goristana Berxwedana Serdemê hat veşartin. -
‘Çareseriya krîza Sûriyeyê di Rêveberiya Xweser de ye’
Hevserokê Meclîsa Rêvebir a Rêveberiya Xweser Ebid Hamid El Mihbaş got ku Rêveberiya Xweser rêya çareseriyê ya herî guncaw a krîza Sûriyeyê ye. -
HRE’yê nasnameya şervanê xwe yê şehîd bûyî eşkere kir
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanekî wan di 4’ê Îlonê de li Herêma Efrînê dema li ser erka xwe bû şehîd bûye. -
Rêveberiya Xweser: Em ê hemû herêmên dagirkirî azad bikin
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got “Em ê hemû herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de azad bikin.” -
Li Holê di 48 saetên dawîn de 23 çeteyên DAÎŞ’ê hatine girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Kampa Holê ji bo ku gefa DAÎŞ’ê bi dawî bikin operasyonek dabûn destpêkirin. Di rojên 11 û 12’emîn ên operasyonê de 23 çeteyên DAÎŞ’ê hatine girtin. -
'Em ê li ber xwe bidin û dijmin têk bibin'
Hevserokên Meclîsa Kantona Şehbayê Werdê Şêxo û Cûma Kalo destnîşan kirin ku li dijî her cûre êrişan ew ê li ber xwe bidin, serketinên mezin bi dest bixin û dijmin têk bibin.