ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Cenazeyê Hesen li Til Hemîsê hat veşartin
Cenazeyê Endamê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Cuma Hesen ku 28’ê Tebaxê di encama nexweşiyê de şehîd bibû ji aliyê bi sedan şêniyên Til Hemîsê ve bi merasîmekê hat veşartin. -
Li Reqayê ciwanan li ser Şerê Gel ê Şoreşgerî civîn pêk anî
Tevgera Ciwanên Şoreşger li Reqayê bi mijara Şerê Gel ê Şoreşgerî civînek lidar xist. -
23 kes hatin destgîrkirin
Di roja 5'an a Pêngava Ewlekarî û Mirovî de 23 kes hatin destgîrkirin. Her wiha 23 konên ku ji aliyê DAÎŞ'ê ve weke cihê perwerde û darizandinê dihatin bikaranîn hatin rakirin. -
Şêx El Rahhal: Em ê welatê xwe biparêzin
Şêxê qebîleya Welda ya eşîra El Elî, Remezan El Rahhal got, divê her kes li ber dagirkeriya Tirk rabe û bi QSD'ê re tevbigere. -
Li Kampa Holê sê kesên ku hewl dan birevin, hatin girtin
Hêzên Ewlekariya Hundir a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Kampa Holê sê kesên ku hewl dan birevin, girtin. -
PYD’ê bang li PDK’ê kir ku bila piştgiriyê nede dijmin
Meclîsa Giştî ya PYD’ê diyar kir artêşa Tirk li hemberî berxwedana gerîla têk diçe û ji bo veşartina têkçûna artêşa Tirk PDK jê re rêyan çêdike. PYD’ê nerazîbûn nîşanî hevkariya PDK’ê ya bi artêşa Tirk a dagirker re da. -
Şêniyên Amûdê li dijî dagirkeriyê meşiyan
Li bajarê Amûdê yê Rojava, bi pêşengiya mamosteyan bi sedan kes li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker meşiyan. -
Li Holê operasyon dewam dike: 12 gumanbarên din hatin destgîrkirin
Di roja 5'emîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ku li Kampa Holê li dijî DAÎŞ'ê daye destpêkirin, 12 gumanbarên din hatin destgîrkirin. Her wiha gelek materyalên DAÎŞ'ê jî hatin desteserkirin. -
Dewleta Tirk a dagirker bombeyan Şehbayê dibarîne
Artêşa Tirk a dagirker serê sibehê bombardûman li navçeya Til Rifet û gundên Hesacik û Wehşiyê yên Şehbayê kir. -
Dagirkeran Şehba bombebaran kir
Dewleta Tirk a dagirker gundê Şêx Îsa yê Kantona Şehbayê bombebaran kir. -
HRE: 12 dagirker hatin kuştin, 3 ji wan leşker in
HRE'yê diyar kir ku li herêmên Efrîn, Marê, Ezaz û Babê yên dagirkirî çalakiyên bersivdanê lidar xistine û di encamê de 12 dagirkerên dewleta Tirk hatine kuştin ku 3 ji wan leşker in. -
Idlibî: Em ê ne tenê di asta parastinê de bin
Fermandarê Giştî ya Hêzên Şemal El-Dîmoqratî Ebo Omer El-Idlibî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji Rûsya û Emerîkayê destekê digire û êrîşê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û got, “Em ê tenê di qonaxa parastinê de nemînin.” -
Çîroka Avaşîn û Azad ên xwişk û birayên hev
Jiyan bi rasthatinan dagirtî ye. Rastiyên ku rû dan, ji tesadûfan wêdetir in. Birîndarbûna Azad a li Serêkaniyê û şehadeta xwişka wî Avaşîn li heman bajarî rasthatin nîne. -
Muslim: Faşîzma dewleta Tirk wê têk biçe, Kurd wê bi ser bikevin
Hevserokê PYD'ê got, "Nîqaşên li ser nûkirina Mutabaqata Edeneyê ku bi rengekî veşartî di navbera Muhaberat û MÎT'ê hatin kirin, hewldanek ji bo afirandina hincetekê ji êrîşan re ye. Kurd, gelên Sûriyeyê û raya giştî ya navneteweyî vê qebûl nakin." -
Cenazeyê Şehîd Zûhêr Mihemed hate veşartin
Cenazeyê Şehîd Zûhêr Mihemed ê di 24’ê Tebaxê de di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de bi giranî birîndar bû û duh şehîd bû, li Goristana Şehîdan a Fafînê hate veşartin. -
Encama sê rojan a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê hat aşkerekirin
QSD’ê, bîlançoya sê rojan a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li Kampa Holê dabû destpêkirin, aşkere kir. QSD’ê ragihand ku 27 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin, û gelek tûnêl hatin tespîtkirin. -
Roja sêyem a pêngavê: 6 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarê Pêngava “Mirovî û Ewlehiyê” ya îro ket roja xwe ya 3’an de ragihand ku hêzên wan 6 çeteyên DAÎŞ’ê girtine. Pêngav didome. -
'Dewleta Tirk di siyaseta Sûriyeyê de winda kir'
Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn diyar kir ku polîtîkaya dewleta Tirk a li ser Sûriyeyê winda bûye û ji bo veşêre êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. -
Li Kampa Holê cihên DAÎŞ tawanan lê dike tên rûxandin
Li Kampa Holê di operasyonê de cihê sûc û tunelên ku ji bo perwerdehiyê, dadgeh, êşkencexane û înfazan ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve dihatin bikaranîn hatin rûxandin. Rêveberiya kampê got ku rûxandina van cihan wê kampê ewletir bike. -
Operasyona li Holê di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike
Operasyona ku ji bo jinavbirina metirsiya çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Kampa Holê hatî destpêkirin di roja xwe ya duyemîn de didome, herî kêm 27 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin û 4 tunel hatin dîtin. -
Ji birîndarên Til Rifetê Zuhêr Ebdullrehman Mihemed şehîd bû
Ji birîndarên êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser navçeya Til Rifetê, Zuhêr Ebdulrehman Mihemed ê birîna wî giran bû, şehîd ket. -
Save the Cildren: Li Sûriyeyê meha Tebaxê herî kêm 13 zarok hatin kuştin
Rêxistina Save the Children, ku rêxistineke civakî ya parastina mafên zarokan e, ragihand ku meha Tebaxê bi giranî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê herî kêm 13 zarok hatin qetilkirin, 27 zarok jî birîndar bûn. -
Cenazeyê Baran Devrîm li Qamişloyê hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSD'ê Baran DevrÎm ku 23'ê Tebaxê şehîd bû, li Şehîdgeha Şehîd Delîl Saroxan hate veşartin. -
Qonaxa duyemîn a operasyona li Kampa Holê çima û çawa destpê kir?
DAÎŞ ku sala 2021'ê di operasyona li Kampa Holê de derbên giran xwar, careke din xwe berda nava kampê û çeteyên xwe xiste nava tevgerê metirsiyeke mezin çêkir. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên bi rewşê hesiyan, dest bi qonaxa duyemîn a operasyonê kirin. -
Ji bo şehîdên Til Rifetê merasîma veşartinê
Hemze Birîm, Reşît Eliko û Fatima Mamo yên ji aliyê dewleta Tirk ve li Til Rifetê hatin qetilkirin, ji aliyê bi deh hezaran kesan ve li Şehîdgeha Fafînê bi merasîmeke bi heybet hatin veşartin.