Zaroka li Şehbayê ji ber êrîşa dewleta Tirk birîndar bû, şehîd ket
Zaroka 13 salî ya li Şehbayê di êrîşa Tebaxê ya artêşa Tirk a dagirker de birîndar bû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Zaroka 13 salî ya li Şehbayê di êrîşa Tebaxê ya artêşa Tirk a dagirker de birîndar bû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Dewleta Tirk a dagirker 19'ê Tebaxê bombe li gundên Hasîn, Qeramil, Bêlûniyê, Eyn Deqnê û navçeya Til Rifet ên Kantona Şehbayê barandibû.
Di encama êrîşê de ji gundê Til Deman ê Helebê Xedîce Welo (55) û Emîre Hisên Xelef (13) birîndar bûbûn.
Ji rêveberên Nexweşxaneya Avrînê Dr. Azad Reşo ji ANHA'yê re ragihand ku Emîre Hisên Xelef a 24 rojan dihate dermankirin, jiyana xwe ji dest da.