Jineke din a Êzidî hate rizgarkirin

Li Kampa Holê ku operasyona 'Ewlehî û Mirovî' lê bi rê ve diçe, jineke din a Êzidî hate rizgarkirin.

Li gorî ajansa ANHA'yê, di roja 20'î ya operasyonê de hêzên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) jineke din a Êzidî rizgar kirin.

Di 3'ê Îlonê de jî jin a Êzidî Wefa Elî Ebbas ku 9 salî bû ji Şengalê hatibû revandin, ji aliyê YPJ'ê ve hatibû rizgarkirin.

Wefa Elî Ebbas doh radestî Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) hatibû kirin û li Xanesorê gihîşt malbata xwe.

Pêngava 'Ewlehî û Mirovî' ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi piştgiriya hêzên QSD, YPG û YPJ'ê di qonaxa duyemîn de dewam dike.