Cenazeyê Kamber Soylemez hate veşartin

Cenazeyê endamê TEV-DEM’ê Kamber Soylemez bi merasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan hate veşartin.

Cenazeyê endamê TEV-DEM’ê Kamber Soylemez bi merasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan hate veşartin. Bi sedan welatî tev li merasîma cenaze bûn. Di merasîmê de Şehîd Delal Nûrhaq û Zîlan Qamişlo jî hatin bibîranîn. Di merasîmê de wêneyê şehîdan hatin hildan û timî dirûşmeyên “Şehîd namirin“ hatin berzkirin.

Di merasîmê de ewilî endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişlo, Şemsexan Gulo, dayika Şehîd Mihyedîn Gulo axivî û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anî. Gulo anî ziman ku şehîdan ji bo jiyanek birûmet û aram giyanê xwe feda kirin û got: “Wê rêya şehîdan timî bingehê têkoşîn û berxwedana me be. Şoreşa ku şehîdan bi xwîna xwe ava kiriye, wê tu kes nikare têk bibe û me ji têkoşîna me dur bike. Em ê heta dawiyê li ser rêya şehîdan bimeşin.“

Piştre, endama rêveber a Kongra Star a Qamişlo Zeyneb Murad axivî û destnîşan kir ku serkeftina şoreşê bi saya fedakariya şehîdan e gihiştiye vê astê. Mûrad diyar ku ew ê heta dawiyê dengê şoreşê bigihînin hemû cîhanê û got: “Bi milyonan Kurd îro li ser şopa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclalan, li dijî dagirkeriya Tirk têkoşînê didomînin.“

Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a Cizîrê Evîn Cuma jî axivî û got: “Şehîd Kamber Soylemez endamê Kongra Niştîmanî ya Kurdistanî bû, ji ber wê dewleta Tirk a dagirker ew hedef girt.”

Piştî axaftinan, nasnameya şehadetê hate xwendin û cenazeyê şehîd bi dirûşmeyan hate veşartin.