QSD’ê derbarê Kampa Holê daxuyaniyek weşand

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê derbarê operasyona mirovî û ewlehiyê ya li Kampa Holê li hemberî gefa DAÎŞ’ê daxuyaniyek weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê derbarê pêngava ku 22 roj in li Kampa Holê didome daxuyanî da û diyar kir ku heta bigihêjin hedefa xwe ew ê operasyon bidome.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn li dijî şaneyên DAIŞ’ê yên terorîst û ji bo ziwakirina jîngeha tundrawiyê li kampa Holê daye destpêkirin, kete roja xwe ya 22’yan. Ew pêngav li gorî plan û armancên fermandariya pêngavê di destpêkê de danîne, pêk tê.

Hêzên me ku piştgiriya xwe ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn re ji bo vê pêngavê ragihandiye, nirxandinên destpêkê yên encamên pêngavê û pêwîstiyên ji bo berdewamkirina wê ji bo astengkirina şaneyên terorîst, kes û rewşên ji bo kiryarên wan dibin guncaw pêk anîn.

Hêzên me diyar kir ku ew pabendî erkên xwe yên destekdayîn û piştgiriyê ne, heta pêkanîna hemû armancên pêngavê wê têkoşînê bidomînin.

Niştecihên kampê yên di demên berê de rastî zilma şaneyên DAIŞ’ê û jinên wê hatine, mafdar in ku hemû tevbîrên ewlehiyê ji wan re werin girtin û pêdiviya wan bi girîngiya civata navneteweyî heye."