ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Cenazeyê Şehîd Îbrahîm Mîxaîl hat veşartin
Cenazeyê endamê Hêzên Sûtoro Aryo (Îbrahîm Mîxaîl) yê ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, bi merasîmeke girseyî hat veşartin. -
Cenazeyên Şehîd Întîqam û Mesud bi merasîmekê hatin veşartin
Li Reqayê bi merasîmekê cenazeyê şehîd Ezîz Întiqam û Mesûd li Goristana Şehîdan a Reqayê bi tevlîbûna sedan kesî veşartin. -
Xelîl: Ji bo dagirkeriyê hincetên nû têne çêkirin
Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl bal kişand ser hewldanên dewleta Tirk ên ji bo çêkirina hincetan ji dagirkeriyê re û got, "Hewl didin rengê êrîşan biguherînin." -
Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî komployê her roj li qadan bû
Bi wesîleya salvegera komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek çalakî hatin kirin. Gelên herêmê komplo şermezar kirin, peyamên ji bo berxwedanê dan. -
Li Qamişloyê şehîd hatin bibîranîn
Meclîsa Malbatên Şehîdan, 135 şehîdên li cih û di demên cuda de şehîd bûne, li Şehîdgeha Şehîd Delîl Sarûxan a li Qamişloyê bi bîr anîn. -
Rêveberiya Xweser banga lîstina rolê xwe li dijî koçberiyê kir
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku ciwan bi rêbazên şerê taybet teşwîqê koçberiyê tên kirin û banga mayîna li welatê xwe û girtina cih di nav rêveberiya xweser de kir. -
Dewleta Tirk a dagirker li Qamişlo li depoyekê xist
Dewleta Tirk a dagirker li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li depoyekî vala xist. Di êrîşê de ziyana madî çêbû. -
PYD: Bila ciwanên me dev ji axa xwe bernedin
Meclisa Giştî ya PYD’ê bal kişand ser trajediyên li ser koçberiyê û diyar kir ku dewleta Tirk berpirsê vî tiştî ye. PYD’ê bang li ciwanan kir ku bila dev ji axa xwe bernedin. -
Li nêzî Şamê teqînek çêbû: 18 leşker mirin û 27 leşker jî birîndar bûn
Li nêzî Şamê ya ku paytexta Sûriyeyê otobuseke leşkerî hate teqandin. Di êrîşê de 18 leşker mirin û 27 leşker jî birîndar bûn. -
Rêveberiya Xweser di bin barê dagirkeriyê de ye
Hemû barên kampên koçberên ku şêniyên Serêkanî û Girê Spîyê lê dijîn a ku artêşa Tirk ev der dagir kiribûn, li ser pişta Rêveberiya Xweser e. -
QSD'ê nasnameya 5 şehîdên Eyn Îsayê eşkere kir
QSD’ê nasnameya 5 şervanên li Eyn Îsayê şehîd bûn eşkere kir û soza tolhildanê da. -
Cenazeyê Şehîd Êrîş Hemdûş hate veşartin
Cenazeyê Şehîd Êrîş Hemûş ê di 9’ê Cotmehê de li navçeya Eyn Îsayê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Dîcle ya li başûrê Kobanê hat veşartin. -
Li Efrîn a dagirkirî çete bi hev ketin: 3 jin hatin qetilkirin
Li bajarê Kurdan Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, çeteyên Heyet Tehrîr El Şam û Cephe Şamiye bi hev ketin. Di vî şerê çeteyan de 3 jin hatin kuştin ku yek ji wan ducanî bû. -
Şêrawa û Şehba hatin bombekirin
Dewleta Tirk a dagirker careke din bombe li Kantona Şehbayê û navçeya Şêrawa ya Efrînê barand. -
'Di nava şoreşê de keda Hevrîn Xelef zêde ye'
Ji hevrêyên Hevrî Xelef û Hevseroka Kantona Qamişloyê Perwîn Yûsûf bal kişand ser keda mezin a Xelef ji bo Şoreşa Rojava. -
Li Efrînê 5 welatî hatin revandin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê 5 welatî revandin. -
YPJ'ê jina Êzidî ya rizgarkirî radestî YBŞ'ê kir
Jin a Êzidî Sewsen Hesen Heyder a ku meha Îlonê li Kampa Holê ji aliyê YPJ'ê ve hate rizgarkirin, bi merasîmekê radestî rayedarên YBŞ'ê hate kirin. -
Dayika Vehîbe: Em ê teqez li Serêkaniyê vegerin
Vehîbe Seydî Temo ji şêniyên Serêkaniyê ye, ku piştî dagirkeriyê neçar ma mala xwe biterikîne û li Kampa Serêkaniyê bi cih bibe. Dayika Vehîbe dibêje ku wê rojekê teqez li mala xwe vegere. -
Şehîdên Bêtnehrînê li Qamişloyê hatin bibîranîn
Şehîdên Meclîsa Bêtnehrînê bi merasîmekê li Qamişloyê hatin bibîranîn. -
Şehîd Hevrîn Xelef li Hesekê hat bibîranîn
Ji bo Şehîd Hevrîn Xelef a ku 12’ê Cotmeha 2019’an tevî Ferhad Remedan li ser rêya M4 ji aliyê çeteyên artêşa Tirk a dagirker ve hat qetilkirin, li Taxa Nasira ya Hesekê merasîma bîranînê hat lidarxistin. -
Komploya 9’Cotmehê li Minbicê hat protestokirin
Salvegera 24’emîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi meşeke girseyê li Minbicê hat protestokirin. -
Li Kobanê ji bo şehîdan konê sersaxiyê hat danîn
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê, ji bo 4 şehîdan li Goristana Şehîd Dîcle konê sersaxiyê dan danîn. -
Eyn Îsa, Girê Spî, Şehba û Til Temir hatin bombekirin
Dewleta Tirk a dagirker gelek deverên Eyn Îsa, Girê Spî, Şehba û Til Temirê bombe kir. Ji ber bombardûmanê li Eyn Îsayê mizgeftek xera bû, xisar li gelek gundan bû. -
Dewleta Tirk a dagirker Eyn Îsayê topbaran dike
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê navenda navçeya Eyn Îsayê, herêmên rojava û rojhilat ên navçeyê û rojavayê Girê Spî bi çekên giran topbaran dike. -
Li Rojava komplo hat şermezarkirin
Li Reqa, Tebqa û Dêrazorê bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmaha 1998’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meş hatin lidarxistin.