Jin li Stenbolê bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ meşiyan
Jin bi pêşengiya Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê li Karakoyê li hev civiyan û peyama mezinkirina berxwedanê dan. Di meşê de tundiya mêr-dewletê û desteserkirina vînê hate protestokirin.
Jin bi pêşengiya Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê li Karakoyê li hev civiyan û peyama mezinkirina berxwedanê dan. Di meşê de tundiya mêr-dewletê û desteserkirina vînê hate protestokirin.
Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî, bi şîara “Têkoşîna me ji hev re ye, em jiyanê dixwazin” li Karakoyê li hev civiyan. Jin bi rojan in ji bo li hev kombûna li Taksîm Tunelê banga dikin, piştî ku hemû rêyên diçin Kolana Îstîklalê ji saetên siharê re ve ji aliyê polîsan bi bariyeran hate girtin, bang li Karakoyê kir. Bi hezaran jin bi tililî, dirûşme û çepikan ber bi qadê meşiyan.
Jinan dirûşmeyên “Em bêdeng nabin, natirsin, îtaet nakin”, “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin û dowîzên “Polîs bicehime, ev kolan yên me ne”, “Jinên hatine qetilkirin serhildana me ne” hilgirtin.
‘DENGÊ XWE BILIND BIKIN’
Jinan tim û tim bi berzkirina dirûşmeyên “Dengê xwe bilind bike”, “Rizgarî nîne yan bi hev re yan jî tu ji me”, “Bijî têkoşîna me ya rêxistinkirî” ber bi qada hevcivînê ve çûn.
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari, Parlementera DEM Partî ya Stenbolê Çîçek Otlu û gelek jin ber bi qadê ve meşiyan. Jinan dowîzên bi nivîsa “Jin, Jiyan, Azadî”, “Di dengê me de serhildan, di serhildana me de jiyan heye” û “Em jiyanê dixwazin” hilgirtin.
BERTEK NÎŞANÎ DARBEYA QEYÛM DAN
Li qada ku dirûşmeya “Em kolanan jî, qadan jî naterikînin” bilind bû, dowîzên bi nivîsa Kurmancî “Agire serhildanê dişewite, tekoşina me wê we bişewitine”, “Agirê berxwedana jinan dê qeyûman bişewitine”, “Jin bi tekoşînê azad dibe” û “Bijî têkoşîna jinan” hate berzkirin.
Jinên ciwan bal kişandin ser Rêber Apo ku li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û dowîza bi nivîsa “Ji Rêbertiya gerdûnî heta rastiya jinên pêşeng” hilgirtin.
PEYAMA XWEPARASTINÊ
Di vê pêvajoya ku tundî û komkujiyên li ser jinê zêde bûye de bal hat kişandin ser girîngiya xweparastinê. Di vê çarçoveyê de jinan dowîzên “Xweparastin maf e”, “Xeta jinê xeta jîyanê” hilgirtin û dirûşmeya “Bijî têkoşîna jinan” berz kirin.
TULAY HATÎMOGULLARI: NE HEDÊ WE YE
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari li Îskeleya Karakoyê ku in li hev civiyan axivî û wiha got: “Ez bang li waliyê Amedê ku dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qedexe kir dikim; Ne hedê tu kesê ye ku dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku ji Rojhilata Navîn belavî hemû cîhanê bûye û di serî de jinên Kurd hemû jinên cîhanê xwedî lê derketine, qedexe bike. Îro li Tirkiye û her derê ev dirûşme deng veda û wê deng vede. Bijî piştevaniya jinan."
MERAL DANIŞ BEŞTAŞ: WÊ JIN BI SER BIKEVIN
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş jî axivî û wiha got: “Em niha li Stenbolê ne. Li pişt min bi hezaran jin bi dehan barîkat û lêgerînan derbas kiirn û bi zorî xwe gihandin vir. Teqez em ê ji têkoşîna xwe ya li dijî tundiyê gavekê jî paş neavêjin. Em jin nîvê civakê ne û di vê mijarê de wê li dijî zextan têbikoşin. Em ê bi hemû hêza xwe têkoşînê mezin bikin. Baş e ku piştevaniya jinan heye. Başe ku têkoşîna jinan heye.”
Piştî axaftinan daxuyanî bi Kurdî, Erebî û Tirkî hatin xwendin. Ya Kurdî Esra Kahraman xwend ya Tirkî jî Gamze Çetîntepe xwend.
Esra Kahraman bal kişand ser tundiya mêr û got ew kesên li dijî tundiyê têdikoşin îro hatine gel hev û got tifaqa mêr ji bo ked û bedena jinê binpê bike, jinê wek alav bikar tîne. Esra Kahraman daxuyakirin ku ew tundiyê red dikin û got: “Em jiyanê dixwazin. Em nav çar dîwaran de namînin. Em ji bo mafê xwe jiyana xwe keda xwe têkoşîna xwe didomînin. Em jiyana xwe dixwazin. Em bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî” qadan tijî dikin. Kes nikare ‘Jin, Jiyan, Azadî’ asteng bike. Em li dijî qeyûm û şer li vir in. Têkoşîna me ji bo jiyanek wekheve.”
Çalakî bi dirûşmeyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.”