QSD’ê li dijî DAÎŞ’ê operasyonek li dar xist û du çete girt
Fermandariya Giştî ya QSD’ê diyar kir wan li başûrê navçeya Holê li dijî DAÎŞ’ê operasyonek kirine û di operasyonê de du çete girtine.
Fermandariya Giştî ya QSD’ê diyar kir wan li başûrê navçeya Holê li dijî DAÎŞ’ê operasyonek kirine û di operasyonê de du çete girtine.
Fermandariya Giştî ya QSD'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan bi beşdarbûna hêzên Koalîsyona Navneteweyî çalakiyek li dijî şaneya ku bi DAÎŞ'ê re hevkar e, li dar xist .
Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:
''Yekîneyên taybet ên hêzên me Hêzên Sûriyeya Demokratîk, bi beşdarbûna Hêzên Koalîsyona Navneteweyî çalakiyeke ewlehiyê li bajarokê Holê yê li beramberî kampa Holê li dar xist. Di çalakiyê de kesên bi rêxistina DAÎŞ a terorîst re hevkariyê dikin, hatin girtin.
Çalakî li beşa rojhilat a bajarokê Holê hat lidarxistin. Di encamê de du kes hatin girtin. Her du kes di hêsankirina veguhestina pereyan ji bo şaneyên DAÎŞ a terorîst de çalak bûn û girêdayî serçeteyên refa yekemîn û duyemîn a rêxistina DAÎŞ a terorîst bûn.
Mala her du endamên rêxistina DAÎŞ a terorîst û nivîsgeha wan a veguhestina pereyan hatin kontroşkirin û alav û belgeyên bi wan re hatin desteserkirin.
Çalakiya nû ji bo têkbirina jêderên finansekirina rêxistina DAÎŞ a terorê bû. Ev çalakî hemwextî Pêngava Mirovî û Ewlehiyê pêk hat ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) bi desteka QSD û Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ji bo ewlekirina kampa Holê ya ku bi deh hezaran endamên malbatên rêxistina DAIŞ a terorîst ên ji nasnameyên cuda lê dimînin, hat lidarxistin."