ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Arîn û Rêvan rewş guhertin
Arîn Mîrkan û Rêvan yek ji fedaiyên ku di sala 2014’an de êrîşên DAÎŞ’ê ku bi desteka dewleta Tirk ji bo dagirkirina Kobanê dest pê kiribû, rawestandin. Di nava kesên ku li Rojava rewş guherandin de cih girtin. -
Dewleta Tirk Kobanê û Til Temirê topbaran dike
Dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundê Qeremox ê Kobanê, herêmên sînor jî di nav de Til Şeîr û Mezra Abrûyê kir. Dewleta dagirker gundê Qibûr Qeracne jî bi çekên giran topbaran dike. -
Çeteyan li Efrînê welatiyek din revand
Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li taxa Sîna ya navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî welatiyê bi navê Ebdo Welîd Sîdo revand û bir cihekî ne diyar. -
Şervanekî HRE'yê şehîd bû
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku şervanê wan Zanyar Xelîl (Zinar Efrîn) di 2'yê Cotmehê de dema bi erka xwe radibû, gihîşt şehadetê. -
Li Şehbayê êrîşeke hewayî pêk hat
Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bê mirov û biçek li gundekî girêdayî Kantona Şehbayê êrîşeke pêk anî. -
Jinên Til Temirê: Bila Erdogan bikeve lîsteya terorê!
Bi dehan jinên Til Temirê ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin û azadiya wî bê mîsogerkirin li hev civiyan û gotin: “Bila Erdogan bikeve lîsteya terorê!” -
Dewleta Tirk li Efrînê çar kesên din revand
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Cindirêsê ya Kantona Efrînê çar kes revand. -
Dewleta Tirk a dagirker, li Girê Spî ciwanek qetil kir
Dewleta Tirk a dagirker ciwanê bi navê Ezîz Mehmûd El Mistefa yê du meh berê li Girê Spî revandibû û avêt girtîgehê, bi êşkenceyê qetil kir. -
Jinên Reqayê li dijî êrîşên dagirkeriyê meşek lidar xistin
Bi sedan jinên Reqayê ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û xwesin ku rayedarên dewleta Tirk ên sûcê şer dikin bên darizandin. -
Şêniyên Til Temirê li dijî dagirkerî û tecrîdê meşiyan
Şêniyên Til Temirê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û tecrîda Îmraliyê meşiyan û peyama “Em ê dijmin têk bibin” dan. -
‘Em ê li pey şopa şehîd Sara û Rûken bin’
Di axaftinên di şîna ji bo şehîd Sara Goyî û Rûken Zelal hat danîn de hatin kirin de, peyama “Em ê li pey şopa şehîdan bin” hate dayîn. -
Şênî ber bi şîna Şehîd Rûken Zelal ve herikîn
Li Qamişloyê bi sedan kes ber bi şîna ku ji bo Şehîd Rûken Zelal hat danîn ve herikîn, berxwedana fedayî ya şehîd silav kirin. -
Şêniyên Hesekê serdana konê şînê yê Mihemed û Sîno kir
Şêniyên Hesekê bi girseyî serdana konê şînê yê ji bo şehîd Zeyneb Mihemed û Nermîn Sîno hatibû danîn, kirin. -
QSD’ê îdiayên dewleta Tirk derewandin
QSD’ê, îdiaya dewleta Tirk ku 23 şervanên wan şehîd xistine derewand. -
Cenazeyê Hevserokên Buroya Edaletê bi merasîmeke girseyî veşartin
Cenazeyê Hevserokên Buroya Edaletê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve li Girkê Legê hatibûn qetilkirin, bi merasîmeke heybet hatin veşartin. -
Xelkê Serêkaniyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan
Şêniyên Serêkaniyê yên ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi darê zorê koçber bûne, bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Kampa Wasûkanî ya dikeve rojavayê Hesekê meşiyan. -
Kongra Star ji bo du hevserokên hatin şehîdkirin peyama sersaxiyê da
Kongra Star bi daxuyaniyekê her du hevserokên Buroya Edaletê ya Girkê Legê yên doh di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn bi bîr anî û bêdengiya hêzên navnetewî şermezar kir. -
Rêveberiya Herêma Cizîrê êrîşa terorî ya dewleta Tirk şermezar kir
Meclîsa Rêveber a Herêma Cizîrê qetilkirina Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, protesto kirin. -
Dewleta Tirk li Efrînê du kes revandin
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Cindirês a girêdayê Kantona Efrînê du kes revandin. -
QSD’ê yek ji depoya çekan a herî mezin a DAÎŞ’ê desteser kir
QSD’ê diyar kir wan depoya çekan a herî mezin a DAÎŞ’ê desteser kirine. QSD’ê diyar kir piştî sala 2019’an li Baxozê depoyeke çekan a DAÎŞ’ê hatibû desteserkirin, ev depoya herî mezin e. -
Hevserokên Buroya Edaletê di êrîşa dewleta Tirk a li Girkê Legê de şehîd bûn
Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê ragihand ku di êrîşa bi balafira biçek a bêmirov a dewleta Tirk a li nêzê Girkê Legê de Hevserokên Buroya Edaletê Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şêro şehîd bûne. -
Di êrîşa dewleta Tirk a li ser Zirganê de 2 welatî şehîd bûn
Dewleta Tirk a dagirker gunden Mişêrfê û Esediye yên girêdayî Zirganê topbaran kirin. Di encama topbaranê de du welatiyên ji Mişêrfê şehîd bûn û di nav de zarok jî 5 kes birîndar bûn. -
Cenazeyê şehîd Menhel Mihemed hate veşartin
Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Menhel Mihemed, bi merasîmek girseyî hate veşartin. -
Di êrîşa ser Girkê Legê de, du welatî hatin qetilkirin
Hate ragihandin ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a bi balafirên bêmirov û biçek li ser Girkê Legê ya girêdayî Kantona Qamişloyê pêk anî de, du kes hatin qetilkirin. -
Li Girkê Legê balafireke dewleta Tirk bombe li wesayîtekê barand
Li gundê Til Ceman ê navçeya Girkê Legê balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker bombe li wesayitekê barand.