Xelkê Şedadê şehîdên QSD’ê bi rê kirin

Cenazeyê şervanên QSD’ê Beşar Hisên û Ehmed El Îbrahîm yên di bersivdana êrîşa hucreyên çeteyên DAÎŞ’ê ya li bajarokê Ruweyşed ê rojhilatê Dêrazorê de di 11’ê Îlonê de şehîd bûn, hatin veşartin.

Xelkê Şedadê, du şervanên QSD’ê yên di 11’ê Îlonê de li Dêrazorê şehîd bûn veşartin. Şêniyan cenazeyên şehîd Beşar Hisên û şehîd Ehmed El Îbrahîm ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin û ber bi Goristana Şehîdan a Şedadê ve bi karwaneke wesayîtan bi rê ketin.

Merasîma bi rê kirinê bi merasîmeke leşkerî dest pê kir. Di meresîmê de yek ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Şedadê Ewdet El Hisên sersaxî da malbatên her du şehîdan û got: "Şehîdan ji bo rûmeta me û rizgarkirina xaka me canê xwe da. Ji lew re em ê şopdarên wan bin." Bi domdarî El Hisên wiha domand: "Wê herêmên me ji terorê re bibin goristan û em ê tola hevrêyên xwe hildin û xaka xwe ji terorê rizgar bikin. Heta rizgarkirina hemû xaka dagirkirî em nasekinin û em ê hemû hucreyên li Dêrazorê belav bûne, têk bibin."

El Hisên diyar kir ku divê gel bi hêzên xwe yên leşkerî re ji bo têkbirina hemû hucreyên li herêmê, bisekine.

Piştre endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Şedadê Ebîr El Tean fedakariyên QSD’ê û şêniyên herêmê pîroz kirin wiha axivî: "Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo sekina li hember astengiyên hundirîn û derve hevgirtî ne."

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Şehdadê Zehra El Ehmed wesîqeyên her du şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin û cenazeyên her du şehîdan hatin veşartin.