Li Dêrazorê êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatin protestokirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Meclîsa Rojava ya Dêrazorê, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagiker daketin qadan û çalakî li dar xistin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Meclîsa Rojava ya Dêrazorê, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagiker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û çalakî li dar xistin. Bi dehan şênî û endamên saziyên sivîl ên rojavayê Dêrazorê li çerxerêya bajarê El Kesre hatin bal hev û pankartên bi nivîsên “Na ji dagirkeriya Tirk re, Em deskeftiyên şoreşê biparêzin” hildan.

Çalakvan ber bi Meclîsa Herêma Rojavayê Dêrazorê ya li bajarê El Kesre ve meşiyan û bê navber dirûşmeyên têkildarê derxistina dagirkeriya Tirk ji axa Sûriyeyê berz kirin.

Li vir, endamê Rêveberiya Komîteya Çand û Hunerê ya Dêrazorê Ebûd El Eran li ser navê Meclîsa Herêma Rojavayê Dêrazorê daxuyaniyek da raya giştî.

Eran, êrîşên dagrikeriyê yên Tirkiyeyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û got: “Armanca dagirkirina herêmê û koçberkirina şêniyên wê, bicihkirina hinekên din li şûna pêkhateyên resen e.”

Eran destnîşan kir ku êrîşên dagirkeriya Tirk ên bi ser herêmê de gefeke yekser li ser jiyana bi milyonan welatiyên herêmê çêdike. Eran diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hemû hiqûqa navneteweyî binpê dike û êrîşê sivîlan dike. Eren bi domdarî wiha got: “Hedefgirtina gelên herêmê yên Kurd, Ereb, Suryan û Asûrên li herêmên xwe yên resen ji aliyê dewleta Tirk ve, hedefgirtineke komî û sûcekî dermirovî ye.”

Eran, bang li civaka navneteweyî û rêxistinên peywendîdar kir ku demildest destwerdanê bikin û êrîşên dagirkeriya Tirk ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de rawestînin, rê li projeyên Tirkiye yên mêtingeriyê li herêmê bigirin û li ser sûcên şer ên ku pêk anîne û binpêkirina qanûnên navneteweyî, Erdogan bidarizînin.

Her wiha Ebûd El Eran anî ziman divê dagirkeriya Tirk ji herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bê derxistin û banga ewlekirina herêmên Rêveberiya Xweser û şêniyên wê, kir.

Ebûd El Eran di dawiya daxuyaniyê de wiha got: “Em bang dikin ku binesaziyeke guncaw û bêalî ji bo pêkanîna dan û standinan di navbera hemû aliyan de bê peydakirin, da ku çareseriyên demokratîk bên dîtin û şerê li herêmê bi dawî bibe û bi rêya bi mîsogerkirina navneteweyî hikûmeta Şamê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas bike.”