Ciwanan Elî Çîçek li Kobanê bi bîr anî

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan bi civînekê yek ji pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê û berxwedêrê Greva Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê Elî Çîçek bibîr anî.

Li Zanîngeha Kobanê bi tevlîbûna dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan yek ji kadroyê pêşeng ê ciwan ê PKK’ê û berxwedêrê Greva Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê Elî Çîçek bi çalakiyekê hate bibîranîn.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir.

Piştre jî li ser navê ciwanan Hebûn Mihemed axivî. Mihemed bal kişande ser têkoşîn û berxwedana Tevgera Azadiya Kurdistanê û taybet kadroyên pêşeng ên PKK’ê yên ketibûn Greva Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmeha 1982’an. Mihemed qala kesayet û têkoşîna Elî Çîçek kir ku yek ji pêşengê Rojiya Mirinê bû ku di encama grevê de şehîd bûbû.

Piştî axaftinê jî sînevîzyonek li ser kesayet û têkoşîna Elî Çîçek hate nîşandan.

Sînevîzyon bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedana Gerîla” bi dawî bû.