Li Holê qonaxa duyemîn qediya: 226 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir wan qonaxa duyemîn a operasyona li dijî DAÎŞ’ê ya li Holê bi dawî kirine.

Îro bi civîneke çapemeniyê ku hejmareke fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn tê de amade bûn, qonaxa duyemîn a pêngava ku di 25’ê Tebaxê de hatibû ragihandin, hat bidawîkirin.

Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku hêzên beşdarî qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê bûne, “Koma El Hesbê” û “Eşbal El Xîlafe” bê bandor kirine.

Her wiha bal kişand ser têkiliyên xurt ên di navbera çeteyên DAÎŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker de.

Dîsa amaje bi wê yekê hat kirin ku karmendên hin rêxistinan “Bihar” çek dane şaneyên DAÎŞ’ê yên li kampa Holê.

Endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sozdar Xelîl daxuyanî xwend û tê de wiha hat gotin:

ʹʹDi destpêkê de em hevrêyên xwe yên şehîd Cesûr Xebat û Ûdey Cûneydiyê yên ku di Operasyona Mirovî û Ewlekahî ya kampa Holê de di pevçûnekê li dijî şaneyeke terorîst a çekdar  ku girêdayî DAÎŞ’ê  bû,  xwe feda kirin û şehîd bûn bi bîr tînin.

OPERASYON DI 25’Ê TEBAXÊ DE DEST PÊ KIR

Di 25’ê Tebaxa borî de, hêzên me bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk û Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê, qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehî li kampa Holê - rojhilatê Hesekê, da destpêkirin. Armanca operasyênê şopandina şaneyên veşartî yên rêxistina terorîst a DAÎŞ’ê zuwa bikin,  jîngeh û şert û mercên ku jê sûdê werdigirin di pêkanîna êrişên terorîstî de li dijî nişteciyên kampê, rêxistinên mirovî û hêzên ewlehiyê yên ser bi parastina kampê ne, operasyon 24 rojan berdewam kir û gelek encamên berbiçav hatin bidestxistin. Encamên operasyonê ev in:

Operasyon di demên dawê de ji ber gef û êrişên dewleta Tirk û mijûlbûna hêzên me bi parastina herêmê û niştecehên wê ji wan êrişan hat paşxistin.  Ev yek bû sedema zêdebûna metirsiyên şaneyên DAÎŞ’ê.

Operasyon piştî zêdebûna kuştin û îşkenceyê ku şaneyên terorîst li dijî niştecihên kampê yên ku nexwestin tev li girseya rêxistina terorê bibin, dest pê kir. ji ber ku van şaneyan cezayê îdamê li şêniyan dabûn û di nav wan de teror û tirs belav kiribûn. Li ser wan dihat ferzkirin, yan ew ê tev li hucreyên wê bibin an jî wê bi îşkenceyên hovane û kuştinê re rû bi rû bimînin, ku digihêje tawanên li dijî mirovahiyê. Her wiha hejmara qurbaniyan tenê di vê salê de gihîştiye 44 kuştî ji niştîcehên bêguneh, karmendên rêxistinan û gelek bûyerên îşkenceyê. Şaneyên terorîst û bi taybet jinên rêxistinê di dema dawî de, bêbaweriya hejmareke mezin a nişticeh, jin û zarokên wan, ragihandin ku li lîsteya xwe ya tesfiyekirinê de bicih kiribûn û li ser wan hemû rêbazên zext, gefxwarin û tehdîd dihat meşandin. Bi mebesta an wê hukimê wan qebûl bikin an jî ji kampê derkevin û bê stargeh bimînin.

DAÎŞÊ DIXWEST KAMPA HOLÊ TÊXE BIN KONTROLA XWE

Kampa Holê jî beşek ji plana DAÎŞ’ê bû, ku dê wê kontrol bikin. Di heman dema ku  êriş li ser zindana Sînaa pêk anîbûn.  Şaneyên terorîst di wê demê de hewl didan ku derbasî nav kampê û derdora wê bibin, lê tevbîrên ewlehiyê yên bilez ji aliyê hêzên me ve û  bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk, êrişa plankirî ya li hundir û derveyî kampê hat têkbirin. Lê şaneyên DAÎŞʹê ji bo bicihkirina planên xwe tevgerandina xwe berdewam kirin, bi taybet di dema  êriş û gefên dawiyê ya dewleta Tirk, ev yek hevkariya di navbera her du aliyan de, eşkere dike.

Di operasyonê de û li hember vê yekê, hêzên me karîbûn yekser encaman bi dest bixin û gelek kesên ku destê wan di kuştin , îşkence û di belavkirina terorê de hene, hatin girtin. Jiyana gelek  kesên ku navê wan di lîsteya tesfiye yê ya DAÎŞʹê de hebûn, ewle kir û ew veguheztin cihên ewletir, ji bilî têkbirina gelek plansazên êrişan, berpirsên danûstandina bi şaneyên terorîst yên li derve re dikirin, hatin girtin.

ÎSTÎSMARA ZAROKAN

Rêxistinê rê li ber îstismarkirina zarokan, bi taybetî yên temenê wan jêrî heşt salî, di rolên muhtemel ên şer de vedikir û ji bo vê yekê jî gelek hewldan ji bo ji nû ve perwerdekirin û damezrandina rêxistina bi navê ‘Eşbal El Xilafê’ li gel dezgeha bi navê ‘Hesba Jinan’ kir da ku berpirsiyarê gelek kuştin û tirsandinê bû. Her wiha jinên rêxistinê asta peywendiya bi jinên din û zarokên wan re bilind kirin û bi gotinên hestiyar an jî bi gefên devkî hewl dan wan bikişînin nava xwe.

Hêzên me gelek nuqteyên ku ji aliyê rêxistinê ve ji bo îdeolojiya terorîzmê hatibûn veqetandin, rûxandin. Gelek jinên herî metirsîdar ên ku di demê dawê de erkên perwerdekirin û kişandina hêmanên li hundir û derveyî kampê girtin ser milên xwe. Her wiha hêzên me jî dezgeha ‘Hesba a jinan’ û berpirsên ‘Eşbal El Xîlafê’ têk birin.

Jinên rêxistina terorê çavkanî û berhemên pêşkêşkirî bi awayekî nebaş bi kar anîn, bi taybetî veguhestina pere û  veguhestina agahiyan, teşwîqkirina şaneyan û girêdana wan bi hev re li hundir û derveyê kampê,  bi taybet herêmên ku ji aliyê Tirkiyê ve hatiye dagirkirin, wek wergirtina pilan û bernameyan ji bo belavkirina kaosê di kampê de û amadekirina êrişên terorîstî û hewildanên revê û wergirtina pereyên ku alîkariya wan dike ji bo kişandina ciwanan. Her wiha di lêkolînên destpêkê de hêzên me navnîşan û navên hin ji hêsankerên operasyonên fînansekirina şaneyên terorîst û veguhestina pereyan di kampê de bidestxistin. Di operasyonên hevbeş ên Hêzên Sûriya Demokratîk û Hevpeymaniya Navneteweyî de û 3 ji wan li Hesekê û bajarokê Holê hatin girtin

ÇEKÊN HATINE DESTESERKIRIN

Di operasyonê de hêzên me dest danîn ser gelek çek, di nav wan de bombe, çekên navîn, çekên bê deng û guleyên ku şaneyên rêxistinê di operasyonên xwe yên terorîstî de bi kar anîne. Hêzên me gelek tunel û xendeqên neqediyayî jî dîtin, şaneyên ku çek û tiştan vedişêrin an jî hewl didin ku li kampê birêve bibin, hatin ruxandin.

Di lêpirsînan de, sê çavkaniyên çekên ku li kampê di destê şaneyên terorîstî de bûn, hatin piştrastkirin. Çavkaniya yekem ew e ku beşek ji karmendên rêxistinan bi taybet karmendên Rêxistina Behar, bi anîna çek,  pereyan û qaçaxçîtiya  jin û endamên rêxistina  DAÎŞ’ê ve mijûl bûne. Çavkaniya duyem jî çek û bombeyên ferdî ne, ku jin û zarokên rêxistinê di dema veguhestina xwe ji Baxozê di nav tiştên xwe û cilên xwe de veşartibûn, weke teknîkên ewlekarî yên berdest, her wiha şert û mercên zehmet ên lojîstîkî û ewlekarî di wê demê de û hejmareke zêde ya jin û zarokan û hewcedariyên wan, di wê demê de alîkarî neda eşkerekirina wan. Her wiha çavkaniya sêyemîn jî, rêxistina terorîst  ji hemû derfetên ku pêşkêşî niştîcehan dihat kirin, sûd werdigirtin da ku niştecihan bitirsînin û teslîmiyetê li wan ferz bikin.

JINÊN ÊZIDÎ YÊN HATIBÛ REVANDIN

Di Operasyona Mirovî û Ewlehî de, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) du keçên Êzidî ji destê çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirin û ew veguhestin hawirdoreke ewle, ku hejmareke jin û zarokên Êzidî yên hatin rizgarkirin, tê de dimînin.  Di nava 4 salan de ji aliyê Yekîneyên Parastina Jin zêdetirî 200 kesên êzidî li kampê, hatine rizgarkirin.

 YPJ’ê ji bo ku bi lez xwe bigihînin van jinan û wan rizgar bike rastî gelek astengiyan hatin, ya herî girîng tirsa jinan ji eşkerekirina nasnameya xwe û nenaskirina nasnameyên biyanî ye, ku rê li ber asîmîlekirina şêwazê jiyana jinên DAÎŞ’ê vekir da ku jiyana xwe biparêzin. Jinên êzidî di bin zexta gefên jinên DAÎŞ’ê de ne, nebûna dane, wêneyan û şopa tiliyên van jinan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve, nebûna hevkariyeke têr ji aliyê rayedarên iraqî ve di vî warî de, ji ber ku dizanin ku xebatên lêgerînê dê berdewam bin heta ku hemû jinên êzidî  bên azadkirin.

Di heman der barê de, Yekîneyên Parastina Jin çar jinên ne êzidî yên ku bi zincîran hatibûn girêdan û rastî îşkenceyên hovane ji aliyê jinên DAÎŞ’ê ve hatibûn kirin, hatin xelaskirin. Ji ber ku heta niha lêpirsîn berdewam in ji bo eşkerekirina rastî û berpirsên wan bûyeran.

Em careke din sersaxiyê ji malbatên şehîdên operasyonê û hevrêyên wan re dixwazin û spasiya rêveberiya kampê jî dikin ku kar û xebatên xwe duqat kirine, berdewamiya xizmetguzarî û alîkariyan ji şêniyan re di dema operasyonê de, her wiha ji bo Yekîneyên Parastina Jin, Hêzên Sûriya Demokratîk û Hevpeymaniya Navdewletî ji bo piştgirî û alîkariya wan ya bi bandor.

 Em bidawîbûna qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehî ya li kampa Holê radigihînin, ku hêzên me li gorî pêwîstiyê bi operasyonên ewlekarî yên demkî li ser şopandina şaneyên potansiyel û rûbirûbûna metirsiyan berdewam in.

Li jêr kurteya hejmara girtiyên DAÎŞ’ê û çekên desteserkirî di nava kampê de ye:

226 ÇETEYÊN DAÎŞ’Ê HATIN GIRTIN

- Girtî: 226 kes ku di nav wan de 36 jinên ku beşdarî sûcên kuştin û tirsandinê bûne.

- Tesbîtkirina 25 xendek û tunelan.

- Çekên hatin desteserkirin:

3 çekên AK-47 .

2 Çekên RBG bi 2 rokêtan

2 demançe.

25 bombeyên destan

25 kg teqemeniya TNT

11 çekên bêdeng.

388 guleyên AK-47

10 jerjorên AK-47

9 rextên leşkerî.

Parçeyek cilê leşkerî ji bo artêşa Tirk.

Gelek çekên tûj (kêr - xencer ) û amûrên îşkenceyê.

Gelek amûrên ragihandinê."