WHO’yê ragihand ku ji sala 2009’an heta bi niha li Sûriyeyê ev cara destpêkê ye ku li gelek herêman bi dehan kes bi kolerayê dikevin û da zanîn ku rewşa gelek nexweşên bi kolerayê ketine jî xeter e.
Wezareta Tenduristiyê Sûriyeyê ku roja Duşemê daxuyaniyek da, destnîşan kir ku di serî de li Herêma Helebê du kesan ji ber kolerayê jiyana xwe ji dest dane û 26 kes jî pê ketine.
Rayedarên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roja Şemiyê ragihand ku sê kesan ji ber kolerayê jiyana xwe ji dest dane.
WHO’ya daxuyanî da AFP’yê, da zanîn ku herî kêm li pênc deran nexweşên kolerayê hatine tespîtkirin û hişyarî kir ku rîska belavbûna nexweşiyê pir zêde ye.
WHO’yê got ku dibe ava qirêjî ya jî xwarina dexil û danê ne paqij rê li ber nexweşiyê vebike.
Çavdêrîxaneya Mafê Mirovan a Sûriyeyê, da xuyakirin ku nexweşî bi rêya ava qirêj li Dêrazorê belav dibe.