BI DÎMEN

Polîsan êrîşî meşa li Stenbolê kirin: 150 jin hatin binçavkirin

Jinan qedexeya Walîtiya Stenbolê ya keyfî nas nekirin, dorpêça polîsan derbas kirin û tundiya mêr-dewletê şermezar kirin. Polîsên Tirk êrîşî jinên dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” berz dikirin, kirin. Baroya Stenbolê ragihand ku 150 jin hatine binçavkirin.

25’Ê MIJDARÊ ROJA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TUNDIYA SER JINÊ

Jinan qedexeya keyfî ya Walîtiya Stenbolê ya der barê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî nas nekirin û bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” ber bi Taksîmê ve meşiyan. Jinan dorpêça polîsan a li Taksîma ku Rewşa Awarte lê hatibû îlankirin derbas kirin û ji Tunelê û Galatayê heta Karakoyê meşiyan.

Jinên xwestin ji Tunelê biçin Karakoyê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Gelek jin bi hinceta berzkirina dirûşmeyan bi êşkenceyê hatin binçavkirin. Jinên ku xwestin ji Galatayê heta Karakoyê bimeşin li nuqteya duyemîn a kombûnê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Jinan bi berzkirina dirûşmeyên "Jin, Jiyan, Azadî", “Bendan ne li pêşiya jinan li pêşiya kujeran deynin”, “Destên dirêjî jinan dibe bila bişkên", "Em bêdeng nabin, natirsin, serî natewînin” astengiya polîsan şermezar kirin.

Jinên ku xwestin dorpêç bê rakirin, bi êrîşa polîsan re rû bi rû man û bi mertalan hatin derbkirin. Jinan ber bi Karakoyê ve dest bi meşê kirin. Dema di ber otobusa polîsan de derbas bûn hatin astengkirin û piştre rastî êşkenceyê hatin. Jinan bi yek dengî dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" berz kirin.

Jinên ku daxwaza berdana binçavkiriyan kirin, ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin. Li gorî Baroya Stenbolê 150 jin hatin binçavkirin. 

Tevî hemû astengiyan jî jinan li Karakoyê çalakî pêk anîn û destnîşan kirin ku ew ê rê nedin tundiya mêr-dewletê.