QSD’ê îdiayên dewleta Tirk derewand
QSD’ê bi daxuyaniyekê îdiayên dewleta Tirk a dagirker ya ku dibêje di nava 4 rojên dawî de 12 şervanên wan şehîd xistine derewand.
QSD’ê bi daxuyaniyekê îdiayên dewleta Tirk a dagirker ya ku dibêje di nava 4 rojên dawî de 12 şervanên wan şehîd xistine derewand.
Di daxuyaniya Navneda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku îro li ser hesabê xwe yê Twîtterê belav kir de îdiyaên dewleta Tirk a dagirker ên têkildarî şehîdxistina 12 şervanên wan derewand.
QSD’ê her wiha gotiye: “Wezareta Berevaniyê a dewleta Tirk a dagirker, li rojên 8, 9, 10 û 11'ê Îlonê daxuyanî dan û îdia kirin ku di van her çar rojan de 12 şervanên me şehîd xistine. Ev îdiayên wan ne rast in.”