Li Kobanê li dijî tecrîdê meş
Li Kobanê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşek girseyî hate lidarxistin.
Li Kobanê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşek girseyî hate lidarxistin.
Li bajarê Kobanê yê Rojava li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşek girseyî hate lidarxistin. Girseya meşê bi dirûşmeya “Li dijî tecrîd, xiyanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê” dest bi meşê kirin. Girseyê meşê heta navçeya Qeneye ya Kobanê meşiyan. Di meşê de al û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.
Meş li kolana sereke ya navçeyê veguherî mîtingê û li wir endamê rêveberiya Komîteya Parastinê ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Rojavayê Kobanê Hîlal Elî axivî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.
Hîlal destnîşan kir ku desthilatdariya Tirk di dûrxistina gel ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi ser neket û şopandina fikir û felsefeya wî wê berdewam bike û got ku gelê Kurd ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kar û xebatê dimeşîne.
Mîtîng, bi dirûşmeyên "Bijî Rêber Apo” û “Bijî berxwedana Îmraliyê" bi dawî bû.