Êrîşa li ser Kobanê: 2 leşkerên Şamê mirin

Di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de ku li ser gundê Qeremoxê yê li rojhilatê Kobanê hate kirin, 2 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Qeremox a dikeve 14 kîlometreyan dûrî Kobanê bombe kir. Di êrîşê de 2 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gelek caran gundê Qeremoxê bombebaran kirin.

Dewleta Tirk her wiha gundên Cêşan, Qeremox, Til Şeîr û Zor Mixar jî bombe dike.