Li Limasolê tundiya mêr û desteserkirina şaredariyan hate protestokirin
Li bajarê Limasol a Qibirsê, tundiya mêr û desteserkirina şaredariyan bi meşekê hate protestokirin.
Li bajarê Limasol a Qibirsê, tundiya mêr û desteserkirina şaredariyan bi meşekê hate protestokirin.
Kurdistaniyên ku li bajarê Limasol a Qibirsê li ser banga Meclîsa Gel a Kurd li pêşiya Navenda Çanda Kurd a Teofilosê li hev civiyan, tundiya mêr û desteserkirina şaredariyan bi meşekê protesto kirin.
Girseya ku ji pêşiya Navenda Çanda Kurd a Teofilosê dest bi meşê kirin, posterên Rêber Apo, al û flamayên PKK, HPG, YPG-YPJ hildan. Girseya ku dirûşmeyên silavkirina gerîla berz kirin, Xaçerêya Pededrom ku yek ji cihên qerebalix ê Limasolê ye ji trafîkê re girt. Piştre derbasî Şaredariya Limasolê bûn.
Li pêşiya şaredariyê daxuyanî hate dayîn û wiha hate gotin; “Jin li her qadê jiyanê rastî tundiyên bi şêweyên cuda tên. Mal, kolan û kargeh her roj zêdetir ji bo jinan xetertir dikin. Di salên dawî de li qadên pîşeyî yên cuda rêjeya tundiya li ser jinê zêde dibe. Pergala serweriya mêr naxwaze polîtîkayên wî yên dijminatiya jinan li tu qadê eşkere bibe.”
Di daxuyaniyê de îşaret bi girîngiya ku Rêber Apo dide jinan hate kirin û wiha hate gotin: “Em bi saya fikr û felsefeya Rêber Apo azad bûn. Weke ku Rêbertî dibêje azadiya jinê azadiya civakê ye. Em ê li ser vê bingehê her tim ji bo jinên rûbirûyê kolekirinê tên hiştin, têbikoşin.”
Çalakî bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Faşîst Erdogan” bi dawî bû.