Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) îro bi daxuyaniyekê nasnameyên 3 şervanan aşkera kir. QSD’ê anî ziman ku hevreyên wan di berxwedana li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk a bi ser Eyn Îsayê de şehîd bûne.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Hêzên me, operasyonên xwe li dijî rêxistina DAÎŞ’ê ya terorîst didomîn û di heman demê de êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li dijî seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk dibe.
Şervanên me, bi lehengî êrîşên dagirkeriya Tirk têk dibin û derbeyên giran li rêxistina DAÎŞ’ê ya terorîst didin û hucreyên wê yên veşartî ji hev de dixin, piştî Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya li Kampa Holê bi encam bû, êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî hêzên me zêdetir bûn.
Di dema têkbirina êrîşên dagirkeriya Tirk de, 3 hevrêyên me piştî ku bi xwîna xwe destanên fedakariyê nivîsîn û heta dawiyê di çeperên şer de li ber xwe dan, gihîştin asta şehadetê.
Hevrêyên me Îbrahîm Mihemed Berho (Gîvara), Ehmed Hemed El Şawî (Zagros) û Hecî Xelîl Mihemed (Çiya Kobanê) di encama êrîşa balafireke bêmirov û biçek a dagirkeriya Tirk a li dijî Eyn Îsayê de, şehîd bûn.
Em sersaxiyê ji xwe û malbatên her sê şehîdan û tevahiya gelê xwe re dixwazin û soz didin ku em ê tola xwîna wan a paqij hilînin û li ser şopa wan heta pêkanîna armanc û hêviyên wan li têkoşînê dewam bikin.
Nasnameyên şehîdan wiha ne:
Nasnav: Gîvara
Nav û paşnav: Îbrahîm Mihemed Berho
Navê dayikê: Fatme
Navê bav: Mihemed
Cih û dîroka jidayikbûnê: El Melha 2003’ê
Cih û dîroka şehadetê: Eyn Îsa 16’ê Îlona 2022’yan
Nasnav: Zagros
Nav û paşnav: Ehmed Hemed El Şawî
Navê dayikê: Firyal
Navê bav: Hemed
Cih û dîroka jidayikbûnê: Reqa /1998
Cih û dîroka şehadetê: Eyn Îsa 16’ê Îlona 2022’yan
Nasnav: Çiya Kobanê
Nav û paşnav: Hecî Xelîl Mihemed
Navê dayikê: Xanim
Navê bav: Xelîl
Cih û dîroka jidayikbûnê: Kobanê /2000
Cih û dîroka şehadetê: Eyn Îsa 16’ê Îlona 2022’yan“