Li paytexta Ermenistan Erivanê tundiya li ser jinê bi mitîngekî hate protestokirin. Mîtîng ji aliyê Yekîtiya Jinên Azad û Rêxistina Jinên Ermenî Resuras ve li Parka Isahakayan hate lidarxistin.
Jinên ku ji bo protestokirina tundiya li ser jinê band li devê xwe xistin, pankartên bi Kurdî û Ermenî yên bi nivîsa “Li Dijî Qirkirina Jinê Jin, Jiyan, Azadî”, “Her jinên ku têne qetilkirin, banga şoreşê ne” û “Em bi Jin, Jiyan, Azadî re xwe diparêzin” vekirin.
Li ser navê Yekîtiya Jinên Azad Seyran Celad bi zimanê Ermenî daxuyanî da û wiha got: “Em divê li dijî tevahiya tundiyên ku her roj li ser jinên rengên cuda tê pêkanîn, dengê xwe bilind bikin û yekîtiya xwe xurt bikin. Em bang li jinan dikin ku hêzên xwe bikin yek û li dora şîara “Em bi Jin, Jiyan, Azadî re xwe diparêzin” hêzên xwe mezin bikin. Divê her jinek bi felsefe û hêza ku Rêber Apo daye jinan xwe birêxistin bike û hebûna xwe biparêze.”
Seyran Celad bal kişand ser jinên ku li zindanên Tirkiye û Îranê li ber xwe didin û wiha got: “Em bibin dengê jinên ku îro li girtîgehên Tirk li ber xwe didin û li zindanên Îranê têne darvekirin. Bibin dengê jinên Êzidî ku hîna di destê çeteyên DAÎŞ’ê de ne û li kolanan têne firotin.”
Seroka Saziya Jinên Ermenî Anush Poxosyan jî bi bîr xist ku her sal 25’ê Mijdarê cuda pêşxwazî dikin û anî ziman ku divê her kes li dijî tundiya li ser jinan dengê xwe bilind bikin.
Rojnamevan Lianna Mihoyan jî ev pirs kir, “Em weke jinan çima vê çalakiyê bi hev re kirin?” û got, “Ji ber ku em jin hemû yek in, divê yekîtiya xwe ava dikin. Ji kijan ol û netewê bibin bila bibin divê em jinan li hev kom bikin. Li dijî tundiya li ser jinan destê xwe bidin hev.”
Mitîng bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.