Dewleta Tirk a dagirker bombeyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibarîne

Dewleta Tirk a dagirker bombardûmana li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê giran kir. Li gorî agahiyan heta niha kesek birîndar bû.

Dewleta Tirk a dagirker ji saet 07:00 ê vê sibehê û vir ve hawanan diavêje gundê Qeremoxê ku bi 14 kîlometreyî li rojhilatê Kobanê ye. Di êrîşê de Xelîl Bedr (18) birîndar bû.

Dagirkeran bombe li gundê Zormixar ê li rojavayê bajêr barandin.

Artêşa Tirk gundên Seyda, Mişêrfê, Cehbel, Fatsa, Hoşan, Dixêlîb û Dibisê yên Eyn Îsayê bombe kir.

Di heman demê de gundên Qirunfil, Xirbet Beqer, Bîr Zinar û Evdiko yên Eyn Îsa û Girê Spî hatin bombekirin. Her wiha balafirên keşfê li ser Eyn Îsayê geriyan.

Artêşa Tirk a dagirker, bi du topan li gundê Cirnikê yê li rojavayê Amûdê xist.

Li Qamişloyê jî êriş li ser gundê Til Zîwan û bajarokê Hîmo hate kirin.

Her wiha gundê Rûtal ê li bakurrojhilatê Tirbespiyê ku gundekî Suryaniyan e, hate bombekirin.

Gundên Til Tewîl, Tewîla û Eboş ên Til Temirê bi obusan hatin bombekirin.

Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe navenda navçeya Zirganê û bejahiya wê bombe dike.

Komîteya Çalakiyan a Herêma Firatê jî ragihand ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker meşa li Kobanê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan taloq kirine.