Hejmara meha Îlonê ya Kovara TCŞ’ê derket

Kovara meha îlonê ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê bi sernivîsa “Bi ruhê Pêngava Dem Dema Azadiyê ye, em ê faşîzma Îmraliyê parçe bi parçe bikin” derket.

Kovara Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) a Sûriyeyê, hejmara xwe ya meha Îlonê bi sernivîsa “Bi ruhê Pêngava Dem Dema Azadiyê ye, em ê faşîzma Îmraliyê parçe bi parçe bikin” derket.

Kovara ku bi zimanê Kurdî (Zaravaya Kurmancî) û Erebî derdikeve, naveroka wê bi vî awayî ye;

Di kovarê de nirxandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ên di der barê kapîtalîzm û Parastina Rewa de cih digirin.

Perspektîfa ciwanên şoreşger û jinên ciwan û portreyên şehîdan jî cihê xwe di vê hejmarê de digirin.

Têkoşîna li dijî şerê taybet û gelek nivîsên li ser derbeya faşîst a 12’ê Îlonê hatine amadekirin.

Di naveroka kovarê de qala nirxandinên têkildarê stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî jî hatiye kirin.

Xwêner dikarin li ser vê navnîşanê kovarê bixwînîn:

 https://ciwanensoresger.com/ku/