Cenazeyê Beylan Bêlûnî hate veşartin
Cenazeyê Beylan Bêlûnî yê ku di Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de şehîd bû, li Goristana Berxwedana Serdemê ya li Ehresê hate veşartin.
Cenazeyê Beylan Bêlûnî yê ku di Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de şehîd bû, li Goristana Berxwedana Serdemê ya li Ehresê hate veşartin.
Cenazeyê Mihemed Cûma (Beylan Bêlûnî) yê di 10’ê Îlonê de di qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de şehîd bû, li Goristana Berxwedana Serdemê ya li Ehresê hate veşartin. Bi sedan şêniyên herêma Efrînê li ber nexweşxaneya Avrîn hatin ba hev û cenazeyê Şehîd Beylan Bêlûnî wergirtin. Piştî wergirtina cenaze, şêniyan bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehres a Kantona Şehbayê ve ketin rê.
Li goristanê, endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Emel Qehreman axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Emel Qehreman diyar kir ku bi berxwedana gelên herêmê li hember dagirkeriya Tirk şer kir û got: “Şehîd Beylan erkê xwe yê nîştimanî pêk anî, ji bo parastina gel û axa xwe heta kêliya dawî têkoşiya. Em jî wê şopdarên rêya wan bin heta ku armancên wan pêk tên.”
Li ser navê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a herêma Efrînê Faêq Ehmed axivî û got: “Dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya planên xwe vîna gelên herêmê û destkeftiyên Şoreşa Rojava têk bibe. Lê wê her tim berxwedan jiyan e, bibe dirûşmeyên gelên herêmê û wê bi vîna xwe ya ji pola bi ser kevin.”
Ehmed anî ziman ku kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, sûcên li dijî mirovahiyê ne û got: “Ew dikuje, talan dike û destdirêjiyê dike. Welatiyên herêmê bombebaran dike. Armanc jî vejandina DAÎŞ’ê ye ku li ser cîhanê bi giştî xetere ye.”
Piştî axaftinan, endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) Şîrîn Mihemed nasnameya şehadeta şehîd xwend û radestî malbata wî kir.
Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayîkan spartin axê.