Di 5’ê Îlonê de li Xelîfanê komeke gerîla ya ji 5 kesan pêk dihat rastî êrîşa balafirên bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker hatibû. HPG’ê da zanîn ku di êrîşê de 3 gerîla şehîd bûne û 2 gerîla jî bi birîndarî dîl hatine girtin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê û Dêrikê têkildarî êrîşa Xelîfanê daxuyaniyek da.
TIRBESPIYÊ
Di daxuyaniya ku ji aliyê Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê Şêrîn Şemsî ve hate xwendin de wiha hat gotin: “Dewleta Tirk a dagirker siyasetên qirkirinê li dijî gelê Kurd pêk tîne, zarokan qetil dike û nirxên me yên madî û manewî dike hedef. Ev hemû encamên binkeftina siyaseta wê ya hundirîn û derve ye. Gelê Kurd bi tevahî piştgiriyê dide îradeya xurt a gerîlayên azadiyê, lê PDK'ê bi hevkariya hêzên dagirker ên dewleta Tirk Herêmên Parastinê yên Medyayê dikin hedef.”
Di daxuyaniya ku PDK'ê hat şermezarkirin de hat gotin, "Divê em li dijî van pêkanînan bisekinin û teşhîr bikin.”
DÊRIK
Li navçeya Dêrikê bi dehan malbatên şehîdan û endamên saziyên sivîl ji bo şermezarkirina PDK’ê li ber navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan kom bûn.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Hogir Haci ve hat xwendin de ev tişt hatin gotin: “5’ê Îlonê tîmeke gerîlayan a ji 5 kesan pêk dihat dema li bejahiyê li nêzî gundê Tarava ya Geliyê Balîsanê diçûn herêmeke din, rastî êrîşa balafirên keşfê hatin. Hêzên PDK'ê piştî êrîşê mudaxeleyî cihê bûyerê kirin, du gerîlayên di êrîşê de bi birîndarî rizgar bibûn hatin dîl girtin û aqûbeta wan zanîn. HPG’ê di derbarê mijarê de bi daxuyaniyekê wiha ragihandibû; ‘Ev herêm ne qada şerê germ e, bi şev balafireke keşfê ji nişka ve hat, li qadê koma gerîla tespît kir û lê xist. Ji vir tê fêmkirin ku hevrêyên me ji aliyê îstîxbarateke rêxistinkirî ve tên şopandin. Her wiha dema ku hêzên PDK’ê hatin herêmê û bihîstina dengê çekan ji aliyê şêniyên gund jî rewşeke balkêş e."