Şêniyên Kobanê li dijî tecrîdê meşiyan

Gelê Kobanê tecrîda li Îmraliyê protesto kirin û peyama ‘Heta ku Rêber Ocalan azad bibe, em ê têbikoşin’ dan.

Xwepêşandan ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Firatê ve hat organîzekirin.

Xwepêşandêran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Ocalan û pankartên bi nivîsên “Li dijî tecrîd û xiyanetê werin cenga azadiyê” û “Bê Serok jiyan nabe” hildan.

Xwepêşandan ji pêşiya avahiya Meclisa Navçeya Taşlokê heta naverasta gundê Taşlûkê dewam kir. Xwepêşandêran bênavber dirûşmeyên “Dem dema azadiyê ye” û “Bimire faşîzm” berz kirin.

Xwepêşandan li naverasta gundê Taşlûkê veguherî mitîngê. Li wir Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê ya herêma Firatê Mihemed Mehmûd axivî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. Her wiha soz da ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan wê têkoşînê bidomînin.

Mehmûd diyar kir dijmin çi bike jî wê nikaribe îradeya gelê herêmê têk bibe û got: “Yên li ser fikr û felsefeya Rêbertî mezin bûne, têkçûnê nas nakin.”

Mehmûd ji bo tecrîda li ser rêber Ocalan bi dawî bibe bang li gelê herêmê kir ku bikevin tevgerê, dakevin qadan û zextê li ser rejîma Tirkiyeyê bikin.

Mitîng bi bangewaziya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Ocalan bi dawî bû.