Li bajarên Egeyê dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ olan da
Li bajarên Egeyê jinan li dijî tundiya dewlet-mêr, qeyûman, qetilkirina jinan, xizanî û polîtîkayên bêcezakirinê bi yek dengî dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî’ berz kirin.
Li bajarên Egeyê jinan li dijî tundiya dewlet-mêr, qeyûman, qetilkirina jinan, xizanî û polîtîkayên bêcezakirinê bi yek dengî dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî’ berz kirin.
Li bajarên Egeyê bi sed hezaran jin bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî daketin qedan û bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azdî” tundiya mêr-dewletê şermezar kirin.
ÎZMÎR
Bi pêşengiya Platforma Jinan a Îzmîrê, jin li ber Gara Basmaneyê hatin gel hev û heta Navenda Çandê ya Turkan Saylan meşiyan û dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî berxwedana jinan” berzkirin.
Li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan daxuyaniya Kurdî û Tirkî hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku AKP-MHP polîtîkayên dijminatiya jinê dimeşînin û jin jî li hemû qadan li dijî desthilatdariyê xwe rêxistin dike. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku desthilatdarî gumanbaran bi bêcezahiştinê diparêze. Bi domdarî wiha hate gotin: “Tevî biryara durxistinê 43 jin hatin qetilkirin. Berpirsê vê desthilatdarî û hevkarên wê ne.”
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku wan bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” hêrsa xwe anîne ziman. Daxuyanî bi dirûşme û gerandina govendê bi dawî bû.
MANÎSA
Bi banga Platforma Jinan a Manîsayê, jin li qada Manolya hatin gel hev. Li ser navê jinan sekretera giştî ya Egîtîm Sen a Manîsayê Bengu Kanak daxuyanî xwend. Jinan piştî daxuyaniyê bi fîtikan tundiya mêr protesto kirin.
AYDIN
Bi pêşengiya Platforma Jinan a Aydinê, jin hatin gel hev û ji Taşkopru heta Qada Kentê meşiyan. Jinan dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî’ û pankarta “Em ê yek din kêm nebin vekirin”. Metna çapemeniyê li ser navê jinan sekretera SES a Aydinê Reyhan Kiliç xwend.
DENÎZLÎ
Bi pêşengiya Jin bi Hevre Xurtin, jin li ber Banka Navendî hatin gel hev û heta Qada Çinar meşiyan û li wir daxuyaniyek dan. Jinan dirûşme berzkirin. Li ser navê jinan Berdevka Jinan a Platforma Şaxa KESK’ê ya Denîzliyê Fîgen Tufan daxuyanî xwend.
MÛGLA
Bi pêşengiya Platforma Jinan a Menteşe, jin ji Parka Akyol heta Qada Sinirsizlik meşiyan. Jinan bê navber dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin. Li ser navê jinan Asli Ercan û Dîlek Bulut daxuyanî xwend.
Li navçeyên bajar jî daxuyanî û meş hatin lidarxistin.