Li Qamişloyê şehîd hatin bibîranîn

Meclîsa Malbatên Şehîdan, 135 şehîdên li cih û di demên cuda de şehîd bûne, li Şehîdgeha Şehîd Delîl Sarûxan a li Qamişloyê bi bîr anîn.

Meclîsa Malbatên Şehîdan, ji bo bibîranîna 135 şehîdên Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Hêzên Parastina Gel (HPG), rojnamevanên di êrîşa li dijî Serêkaniyê û Girê Spî de şehîd bûne û şehîdên sivîl ên ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne, merasîmek li dar xist.

Di destpêka meresimê de, endama Kongreya Star Sîlvana Elî, şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: “Cotmeh, meha şehîdan e, dagirkeriya Tirk di vê mehê de êrîşê Serêkaniyê û Girê Spî kir, komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir. Lewma ev her du bûyer ji bo me bi êş in, lê belê li aliyê din şehîd hene ku canê xwe di ber rizgarkirina vê xakê û têkbirina êrîşan de dan, ew şehîd hêja ne ku em bejna xwe li ber wan bitewînin. Em ê ji dijmin re îsbat bikin ku heta dawiyê em li ber xwe didin û em tu car serî natewînin. Ji ber wê jî divê ji bo parastina destkeftiyên şehîdên xwe, em, asta berxwedana xwe bilindtir bikin. Em, xwediyê projeya neteweya demokratîk in ku armanca me Sûriyeya demokratîk û azad e.”

Sîlvana anî ziman ku berxwedana li dijî dijmin pir giring e û got: ”Berpirsyariya malbatên şehîdan û welatparêzan e, ji ber ku ew bi xakê ve girêdayî ne û li ser şopa fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan in.”

Merasîm, bi xwendina nasnameya şehîdan ji aliyê endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Revîn Şêxmûs ve, bi dawî bû.