Rêveberiya Xweser banga lîstina rolê xwe li dijî koçberiyê kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku ciwan bi rêbazên şerê taybet teşwîqê koçberiyê tên kirin û banga mayîna li welatê xwe û girtina cih di nav rêveberiya xweser de kir.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, têkildarê jidestdayîna jiyana xwe ya bi dehan ciwanên hewil didin biçin Ewropayê, daxuyanî da. Rêveberiya Xweser got: “Koçberî û dayîna zorê ji bo koçberbûnê, pirsgirêkeke xeternak û mezin a hemû gelê Sûriyeyê ye ku ji ber êşê dikişîne. Bi koçberiyê re demografî jî diguhere. Berjewendiyên siyasî jê tên bidestxistin. Hêzên hegemonîk planê vê rewşê dikin. Nîvê gelê Sûriyeyê ji ber koçberkirina bi zorê, ji ber ku koçê welatên cîran û kampên penaberan kiriye zehmetiyê dikişîne.“

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Projeyên çêker ên Rêveberiya Xweser ên têkildarê tecrûbeya têkoşînê ku ji bo mîrateya siyasî û hemû gelê Sûriyeyê bibin xizmet hene. Rêveberiyê, bi xwîna bi hezaran şehîdan gelek destkeftiyên dîrokî û neteweyî bi dest xistin. Parastina destkeftiyan jî qet nebe bi qasê bidestxistinê giring e û erka neteweyî ya hemû civakê ye.

Dijmin û sîxur, ji bo xistina derbeyê li tecrûbeya Rêveberiya Xweser gavek jî bi paş de naavêjin. Dixwazin destkeftiyên dîrokî û neteweyî bi rêbazên şerê taybet pûç bikin. Bi taybetî ji bo ciwan koçê derveyê welat bikin ketine hewila kirina vê. Ciwan, di avakirina pêşeroja gel de xwedî rolekê aktîv in.

Ciwan piştî pereyê ku didin torên mafyayê yên girêdayî îstixbarata navneteweyî û herêmî di rê koçê de tên windakirin. Ev awayekê din ê koçberkirina bi zorê û guherîna demografiyê ye. Armanc, têkbirin û belavkirina agahiyên şaş e di der barê koçberiyê de. Wek encam; dixwazin enerjiya ciwanan biqedînin, malbatan belav bikin û bi siyaseta tevlêkirina civakên din wan tune bikin.

Ciwanên li welatê ku koç dikin wê bibin enerjî ji bo bêkarî û çandên cuda. Wek ku dewleta Tirk ciwanan li dijî welatên cîran û civaka navneteweyî wek kartekê siyasî bi kar tîne. Ciwan di heman demê de ji bo avakirina nijadperestî û çanda nefretê tên bikaranîn, ji bo tev li şeran bibin bi fikirên radîkal tên perwerdekirin. Me ev bi tecrûbeya Rêveberiya Xweser dît. Endamên terorîst bi piranî ev kesên koçber bûn û di şerê Sûriyeyê de hatin bikaranîn.

Bila serê malbatên kesên di rêya koçberiyê de jiyana xwe ji dest dane sax be. Em diyar dikin ku rêveberiya bi ked û fedakariya welatiyan ava bûye, tevî şertên heyî û terorê wê hemû derfetên xwe pêşkêşê gel bike.

Em, bang li hemû rêveberiyan û gel dikin ku bila li dijî qaçaxçiyan baldar bin, vê siyasetê îfşa bikin, li dijî koçberiyê ku gef e ji bo ewlehiya civakê, bixebitin. Her wiha em bang dikin ku cihê xwe li ba Rêveberiya Xweser bigirin, girêdayî ax, gun û bajarên xwe bin û bi aktîvî cih di saziyan de bigirin.“