Cenazeyê Şehîd Îbrahîm Mîxaîl hat veşartin

Cenazeyê endamê Hêzên Sûtoro Aryo (Îbrahîm Mîxaîl) yê ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, bi merasîmeke girseyî hat veşartin.

Şêniyên Hesekê, cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn –Sutoro Aryo (Îbrahîm Mîxaîl) yê ku 12ʹê Cotmehê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk  de li nêzê kampa Newroz a Dêrikê şehîd bû, veşart.

Bi tevlêbûna pêkhateyên Hesekê; Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, endamên meclîsên leşkerî û sivîl ên Rêveberiya Xweser karwanê cenaze ji Dêra "Seyida Ezra" ya taxa Nasira ya Hesekê bi ber bi Goristana Şehîdên Suryan Asûr ve bi rê ket.

Li goristanê Hêzên Sutoro meresimeke leşkerî li dar xist.

Piştre hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm axivî, behsa taybetmendiyên şehîd Aryo kir  û got: "Şehîd Aryo, di karê xwe de mînak bû, di dan û standina bi derdorê re xwedî exlaqekê bilind bû û ji bo parastina gelê xwe fermandar bû."

Bersûm, bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi ser  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de rexne kir û banga girtina qada hewayî ya herêmê kir.

Senherîb Bersûm got: ‘’Nameya me ji hêzên garantor bi taybet Rûsya û Amerîka re ew e ku çênabe yên şerê terorê kirine û yên piştgiriya terorê dikin wekî hev bên dîtin.

Berdevkê Hêzên Sutoro Akad Hena îşaret bi mezinahiya şehadetê kir û got: "Şehadet, nirxê herî bilind e, ji ber ku wesîleya yekane ya pêkanîna jiyaneke azad û bi rûmet e."

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Suryan Asûr Yaqûb Dawûd, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Di dawiyê de hevreyên şehîd cenaze danî ser milê xwe û bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û tilîliyên dayikan spart axê.