Di 9’ê Cotmeha 1998’an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê hatibû derxistin û di 15’ê Sibata 1999’an de hatibû dîlgirtin. Ev pêvajo bi gelek çalakiyan hate protestokirin.
Li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komploya 9’ê Cotmehê di salvegera wê ya 24’emîn de komplo û tecrîde hate şermezarkirin û peyamên li dijî dagirkeriyê hatin dayîn.
ÇALAKÎ DI 4’Ê COTMEHÊ HATIN DESTPÊKIRIN
Jin û ciwanan di 4’ê Cotmehê de bi meşekê dest bi şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê kirin. Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger li Taxa Enteriyê ya li rojhilatê Qamişlo çalakiya meşê hate lidarxistin. Ji xeynî jin û ciwanan gelên herêmê jî tevlî meşê bûn.
SEMÎNER, PANEL Û SÎNEVÎZYON
Li herêmên Qamişlo, Dêrik, Hesekê, Til Koçer, Reqa, Tebqa, Minbîc, Kobanê, Heleb û Şehba yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her roj derbarê komploya 9’e Cotmehê û tecrîda ku 24 sal in li ser Îmraliyê didome, semîner hatin dayîn. Li gelek cihan li analîzên Abdullah Ocalan hatin temaşekirin.
DI 9’Ê COTMEHÊ DE LI HER DERÊ: HÛN NIKARIN ROJA ME TARÎ BIKIN
Şehba: Koçberên ji Efrînê yên li bajarê Şehbayê li dijî komploya navneteweyî ya di 9’ê Cotmehê de di şexsê Abdullah Ocalan de li dijî Kurdistaniyan hatibû destpêkirin, bi girseyî daketin qadan. Bi deh hezaran kesên ji Efrîn û Şehbayê bi pankarta ‘Em ê bi hêz û îradeya jinên azad komploya 9’ê Cotmehê têk bibin’ diyar kirin ku ew ê berxwedana li dijî komplogeran geş bikin.
Heleb: Bi deh hezaran kesên li Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi sloganên ‘Em ê bi îrade û têkoşîna xwe komploya li ser Rêber Apo pûç bikin’ daketin qadan. Li qadên Helebê di daxuyaniyan de hate diyarkirin ku 9’ê Cotmehê ji bo Kurdistanê ‘rojeke reş e’ û hate gotin ‘Hêzên komploger, nekarîn îradeya gelan têk bibin. Heta azadiya Rêbertî wê gelên me li qadan bin.”
Kobanê: li Kantonên Girê Spî û Kobanê yên girêdayî Herêma Firatê, bi hezaran kes ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê li Qada Jina Azad a li Kobanê kom bûn. Gel bi pankarta ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ dest bi meşê kir û soz da ku wê têkoşînê geş bikin û tecrîdê bişkînin.
Hesekê: Li Kantona Hesekê bi deh hezaran kes li dijî komploya 9’ê Cotmehê li qadan bûn. Gel li navenda bajêr kom bûn û bi sloganên ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ berz kirin.
Qamişlo: Li Qamişlo jî bi deh hezaran kes li Qada Şehîd Rûbar Qamişlo kom bûn û gotin ‘Em ê îxanet û komployan biqedînin, em ê Rêber Apo azad bikin’. Di çalakiyê de hate diyarkirin dagirkeriya Serêkaniyê û Girê Spî tê wateya dewama komploya 9’ê Cotmehê. Çalakvanan têkoşîna dîrokî ya li Îmraliyê silav kirin û soza têkoşînê dan.
Dêrik: Bi wesîleya salvegera 24’emîn a komployê gelên herêmê yên Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê li navenda bajêr a Dêrikê kom bûn. Di çalakiyê de sloganên ‘Bimire komplo, bijî berxwedana Rêbertî’ hate berzkirin û hate diyarkirin wê dagirkerî û tecrîd teqez biqede.
GELÊ EREB JÎ LI QADAN BÛN
Dêrazor: Li rojava û rojhilatê Dêrazorê jî çalakiyên girseyî yên li dijî komployê hatin kirin. Bi hezaran kes tevlî çalakiya li rojavayê Dêrazorê bûn û bi sloganên ‘Na ji komploya navneteweyî ya li ser Rêber Apo’ berz kirin û pankartên ‘Erdogan terorîst e’ û ‘Na ji dagirkeriya Tirk re’ vekirin. Gel xwest bila tecrîd bi dawî bibe û dîlgirtina Abdullah Ocalan biqede.
Li rojhilatê Dêrazorê li herêma Hecînê jî gel kom bûn û diyar kirin komplo bi metodên cihê didome û ev tişt hate gotin “Armanca komplogeran ev bû ku divê têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan were têkbirin. Gelek hêzên li dinyayê ji bo berjewendiyên xwe di nav vê komployê de cih girtin û hê jî cih digirin. Tecrîda li ser Rêber Ocalan tê wateya tecrîda li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Azadiya Rêber Ocalan mifteya çareserkirina pirsgirêkên li Rojhilata Navîn e.”
Tebqa: Gelên Tebqayê jî bi şîarên ‘Bijî biratiya gelan’ û ‘Azadî ji Ocalan re’ kom bûn. Di çalakiyê de şehîdên berxwedana li dijî komployê hatin bîranîn. Gelên Tebqayê diyar kirin ji bo mudaxeleya li Rojhilata Navîn komplo li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye kirin û peyam dan ku divê tecrîd û dagirkerî biqede.
Reqa: Gel bi şîara ‘Na ji tecrîd û dagirkeriya Tirk re’ û ‘Dem dema azadiyê ye’ kom bûn û ev daxuyanî hate dayîn: “Hêzên komploger li dijî serokê projeya neteweya demokratîk rêber Abdullah Ocalan komployeke qirêj xistin dewrê. Rêber Abdullah Ocalan jî hewl dide biratiya gelan û neteweya demokratîk ava bike. Lê hêzên komploger li dijî vê fikrê ne.” Çalakvanan diyar kirin ew ê bi QSD’ê re jî bin.