PYD: Bila ciwanên me dev ji axa xwe bernedin

Meclisa Giştî ya PYD’ê bal kişand ser trajediyên li ser koçberiyê û diyar kir ku dewleta Tirk berpirsê vî tiştî ye. PYD’ê bang li ciwanan kir ku bila dev ji axa xwe bernedin.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), têkildarî keştiya noqî avê bû ku bi dehan ciwanên ji Rojava ji Cezaîrê ber bi Ewropayê ve dibirin, daxuyaniyek nivîskî da.

PYD’ê di serî de sersaxî da malbatên kesên ku di bûyerê de jiyana xwe ji dest daye û got: "Me bi êş û xemgînî agahiyên wefata bi dehan ciwanên Kurd ku piraniya wan ji Kobanê de di bûyera noqbûna keştiya ku wan ji Cezaîrê ber bi Ewropayê ve dibir, bihîst. Em sersaxî ji malbat û xizmên wan re dixwazin û êşa wan parve dikin.

Koçkirin yek ji rêbazên sereke ye ku dijminên gelê Kurd bi sedsalan li dijî gelê me meşandiye. Koçberî carinan bi komkujî, qetilkirin, bi darê zorê yan jî bi sînordarkirina îmkanên jiyanê û rêxistinkirina komên qaçaxçiya mirovan, tund bû.

Bi destpêkirina şoreşa Sûriyeyê re, dewleta Tirk a faşîst kampên penaberan li ser sînorê Sûriyê ava kir û ew teşwîqî koçberî û penaberiyê kir. Armanc valakirina herêmê ji niştecihên wê yên resen û bicihkirina komên terorîst û malbatên wan bû ku bi hinceta vegerandina penaberan ji bo welatê wan Sûriyê pêk tanî. Ev plan heta niha jî berdewam  e. Me ev yek li hemû herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin dît û hîna jî bi awayekî sîstematîk qaçaxçîtiya li ser sînor dike.

Tiştên ku li herêmên dagirkirî kirine jî bes nedît, lê belê şerê wê digihêje hemû herêman. Tevî ku 2 peymanên agirbestê bi Rûsya û Amerîkayê re çêkirine jî, lê her roj hemû herêmên Rojava topbaran dike. Armanc jî tirsandina xelkê û bêaramkirina gund û bajarên wan e da ku wan neçarî koçberiyê bikin. Li vir jî nesekinî, lê belê bi hevkariya rejîma Sûriyeyê û alîgirên wê, hemû şêweyên dorpêçkirina Rojava pêk anî, ji bo tengavkirina jiyanê heta gihîşt radeyekê ku xelkê ji pêdiviyên pêwîst ên jiyanê, wek xwarin û pêwîstiyên avahîsaziyê bêpar bihêle. Her wiha aloziyan derdixe da ku li herêmê derfetên kar û hilberînê ji xelkê re peyda nebin.

Dijminên Kurdan bi vê yekê têr nebûn, lê belê bi rêya îstixbarata xwe komên bazirganiya mirovan dikin bi rêxistin kirin. Da ku di berdêla gihandina wan a Ewropayê de pere û milkên xelkê yên mayî talan bikin. Ev kom nêçîra xwe bi rêyên bejahî dişînin, yan ji serma û birçîbûnê dimirin an jî di kamyonan de dixeniqin. An jî wan dixin keştiyên mirinê. Di encamê de yan cenazeyên zarokan wekî Alan Kobanê yan jî bi dehan cenaze wek bûyera dawî ya Cezayîrê rû didin. Di her rewşê de, dijmin an bi mirinê yan jî bi gihandina wan a welatê xerîbiyê cihê windabûn û asîmîlekirinê, xwe ji wan xilas dike.

Em Partiya Yekitiya Demokratîk di wê baweriyê de ne ku her kesê ku dev ji axa xwe û welatê xwe berde, dibe mîna giyayekî ku ji kokê ve hatiye rakirin. Ew ê yan bixeniqe yan jî dê bi çarenûseke ne diyar re rû bi rû be, di nava civakeke ku ne civaka wî ye û axek ne axa wê de. Yê ku winda bike jî em, gelê me û welatê me ne. Bêguman kesên ku xeniqîne zarok û gelê me ne û windakirina wan ji bo gelê me windahiyeke mezin e.

Em bang li ciwanan dikin ku dev ji ax û civaka xwe bernedin û ji bo avakirina welatê xwe bixebitin. Bila bi van simsaran neyên xapandin û nebin nêçîra bazirganên mirovan.

Em ji malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest daye re sebir û sersaxiyê dixwazin.  

Em ê bi têkoşîna li dijî van komên ku ciwanên me xapandin û di rêyên koçberiyê de ber bi mirinê ve şandin, ji bo rê li pêşiya van bûyeran bigirin, çi ji destê me bê em ê bikin.”