Rêveberiya Xweser di bin barê dagirkeriyê de ye

Hemû barên kampên koçberên ku şêniyên Serêkanî û Girê Spîyê lê dijîn a ku artêşa Tirk ev der dagir kiribûn, li ser pişta Rêveberiya Xweser e.

Kesên ku neçar man ji ber dagirkeriya arteşa Tirk ji Serêkanî û Girê Spîyê koçber bibin, ev 3 sal in neçar mane li cih û kampên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatine avakirin, bijîn. Piraniya lêçûnên kampan jî ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tên dabînkirin. Di sê salên dawî de li her du bajarên ku hatine dagirkirin, sûcên derveyî mirovahiyê yên weke revandin, destavêtin, kuştin, dizî , guhertina demografiyê û her wiha siyaseta Tirkkirinê tên meşandin.

Welatiyên ku axa wan hat dagirkirin neçar man koçber bibin û ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve bi taybet li Hesekê li dibistanên hêrêmê hatin bicihkirin. Rêveberiya Xweser di sala 2020’an de ji bo koçberan dest bi xebatên avakirina kampên Serkêkaniyê û Waşokanî kirin. Li Reqayê ji bo welatiyên Girê Spî kamp ava kir. Rêveberiya Xweser ku piraniya lêçûnên kampan peyda kir, ji rêxistinên alîkariyê ji piştevanî girt, lê gelek saziyên alîkariyê pişta xwe dan welatiyên Rojava.

KAMPA WAŞOKANÎ

Kampa Waşokanî di 24’ê Cotmeha 2019’an de li rojavayê bajarê Hesekê hatiye avakirin û 13 km dûrî Til Temirê ye. Li kampê ku hezar û 987 kon heye, 2 hezar û 355 malbat lê dijîn û sedî 50 nifûsa kampê zarok in. Nifûsa giştî ya kampê 16 hezar û 306 kes in.

KAMPA SERÊKANIYÊ

Rêveberiya Xweser ji bo koçberên ku piştî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser Serêkaniyê li dibistanan hatibûn bicihkirin, destpêkê kampa Waşokanî û piştre di 1’ê Tebaxa 2020’an de dest bi xebatên avakirina Kampa Serêkaniyê kir. Niha li kampê 2 hezar û 793 kon hene û 2 hezar û 395 malbat lê dijîn. Nifûsa kampê bi giştî 13 hezar û 729 kes in, 154 konên li kampê wekî mitbex tên bikaranîn.

HEMÛ BAR LI SER MILÊ RÊVEBERIYA XWESER E

Hemû barên her du kampan jî ji destpêka avakirinê û vir ve li ser pişta Rêveberiya Xweser ve hatine hiştin. Alîkariyên qismî yên saziyên alîkariyê ên wekî  Ekted, NRC, IRC, AŞNA, Heyva Sor a Kurd, KRC, UPP, Navenda Selam, SP, Plomond, Navenda Jiyan û Navenda Nûjîn jî nikarin pêwîstiyên koçberan bi cih bînin.

PÊWÎSTIYÊN KOÇBERAN

Tenduristî: Li her du kampan jî klînîk û navendên tenduristiyê hene. Ev saziyên tenduristiyê ji ber derfetên kêm tenê dikarin pêwîstiyên bûyerên lezgîn bi cih bînin. Piştî mudaxileya yekem nexweş ji aliyê tîmên tenduristiyên yên lezgîn ve ji bo nexweşxaneyên derdorê tên veguhestin. Pêwîstiya her du kampan jî bi alavên tibbî, dermanxane, laboratûar û xebatkarên tenduristiyê heye.

Stargeh: Li kampan bi giştî 4 hezar û 780 kon hene, ji ber kêmbûna konan gelek malbat neçar dimînin di heman konan de bijîn. Tevî ku rêveberiya xweser daxwaza alîkariya konan ji saziyên alîkariyê yên navneteweyî kiriye jî, lê heta niha jî pêwistiyên stargehê yên kampan nehatine bi cih anîn.

Perwerde: Rêveberiya Xweser tevî derfetên kêm hewl dide alîkarî bide pêwistiyên perwerde yên zarokên koçber. Destpêkê perwerdeya zarokan li konan de hat dayîn, lê piştre dest bi avakirina dibistanên biçûk kirin. Zêdeyî 6 hezar xwendekar di van dibistanan de perwerde dibînin. Ji ber pirsgirêka cih hinek zarok ji perwedeyê bêpar dimînin. Xwendekarên ku perwerde dibînin jî pêwîstiyên wan bi alavên dibistanê heye. Pêwîstiya wan bi lenûsl, pênûs, tablo, texteya nivîsê û bi taybet maseyên xwendinê heye.

Binesazî: Kon ji ber binesaziya kampan sererast nayên avakirin û koçber ji ber ronîkirin, ceyran û hwd pirsgirêkên mezin dijîn.

DERFETÊN KAR

Saziyên Rêveberiya Xweser ji bo koçberên bêkar derfetên kar ava dikin. Bi dehan koçberan di nava saziyan de cih kirin û ji bo kêmkirina bêkariyê projeyên nû pêş dixin.

ENCAMÊN DAGIRKERIYÊ

Bîlançoya sê salan ya dagirkeriya Girê Spî û Serêkaniyê ku ji aliyê Komîteya Koçberan a Bakur û Rojhilatê Sûriye ve hat tespît kirin wiha ye:

*Ji dagirkeriya Cotmeha 2019’an û vir ve 68 jê jin, 42 jê zarok bi giştî 511 kes hatin girtin.

*185 kes hatin revandin.

*Êşkence li 325 kesan hatiye kirin.

*Herî kêm 5 kes bi êşkenceyê hatin qetilkirin.

*48 kes bi cezayên heta bi hetayê bi giştî 92 kes sewqî Tirkiyeyê hatin kirin.

*11 jê jin 56 kes hatin qetilkirin.

*11 kes hatin darvekirin.

*2 hezar û 500 malbatên koçberan li şûna xwecihên resên hatin bicihkirin.

*55 malbatên Iraqî yên DAÎŞ’ê li Serêkaniyê li malên ku hatine desteserkirin, hatine bicihkirin.

*Piştî dagirkeriyê di her du hêrêmên dagirkirî de zêdeyî 5 hezar û 500 mal û 200 dikan hatine desteserkirin.  

 *55 gund ji şeniyên van ên resen hatin valakirin.

*Zêdeyî mîlyonek donim erd hate desteserkirin.

*Herî kêm 72 teqîn çebûn; jin û zarok jî di nav de 145 sivîl jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 300 kes birîndar bûn.