ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
QSD: Me li Dêrazorê 7 çete girt
QSD’ê diyar kir li bajaroka Ezba ya li bakurê Dêrazorê wan 7 çeteyên girêdayî DAÎŞ’ê girtine. -
Ruksen da pey azadiyê
Ruksen di temenê xwe yê biçûk de di bin bandora dîmenên gerîlayên jin de, bû şahidê rastiya gerîlayên jin ên ku bi fedakarî li ber xwe didin. Bavê wê Mihemed Tahir got, "Ruksen li pey azadiyê bû û ew dît." -
QSD’ê car din dewleta Tirk derewand
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a li ser şehîd xistina 15 şervanên QSD’ê derewand. -
Li Hesekê bi sedan kes çûn konê sersaxiyê ya gerîlaya YJA Starê Dîlan Eşref
Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd di konê sersaxiyê de axivî û got “Li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk dest û pêyê me ne girêdayî ne. Ji xeynî serkeftinê em tiştekî din qebûl nakin.” -
Îsa: Divê ev gel statuya ku heq dikin, bi dest bixin
Endamê Komîteya Navendî ya PDKS’ê Gêlo Îsa: “Goristanên şehîdan, bi zarokên me yên ku li dijî DAÎŞ’ê şer kirin û xwe feda kirine tijî ye. Divê ev gel di civaka navneteweyî de statuya ku heq dikin, bi dest bixin.” -
Cenazeyên du endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin veşartin
Xelkê Minbicê, cenazeyên endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Omer Nayif El Heman û Ebdû El Xelef, bi berzkirina dirûşman veşartin. -
Xelkê Dirbêsiyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd meşiya
Bi sedan kesên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Dirbêsiyê meşiyan, êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên berpêyî Herêmên Parastinê yên Medyayê, protesto kirin. -
Ji bo Şehîd Dîlan Eşref merasîm: Heta serkeftinê têkoşîn!
Ji bo gerîlaya HPG’ê Xwînda Dilbirîn ya di 17’ê Hezîrana 2022’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, merasîm hate lidarxistin. -
Gel çûn serdana malbata şehîd Şahîn: Em xwedî li berxwedana gerîla derkevin
Bi sedan kesan sersaxî dan malbata şehîd Zinar Şahîn. Di serdanê de hate diyarkirin ji ber îxaneta PDK’ê zarokên gelê Kurd şehîd dibin. -
4 zarokan bi xwarina kuvarikan jiyana xwe ji dest da
Li Reqayê ji 17 zarokên ji kuvarikan bi jehrî bûn 4 jê jiyana xwe ji dest da. -
Dewleta Tirk Kobanê bombebaran kir
Dewleta Tirk a dagirker gelek gundên rojhilat û rojavayê bajarê Kobanê yê Rojava bombebaran kir. -
Bi hezaran şêniyên Kobanê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
Li bajarê Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê bi hezaran kes bi daxwaza bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî daketin qadan. -
Dengê Jîna li Keziyên Jînê
Keziyên Jînê bal kişand ser berxwedana pêşengên jin ên şoreşger ku li ser bingeha berxwedana jinê ya bi qetilkirina Jîna Emînî destpê kir. Şanoya bi cûreyê monolog pesnê keziyan dide. -
Berê Serdem hîn ji zarokatiyê ve li çiyê bû
Yek ji gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bû Serdem Agirî bû. Dayika Agirî Hamdiye Ehmed diyar kir ku kurê wê hîn ji zarokatiyê ve dixwest bibe gerîla û got, "Serdemek çû, lê bi hezaran Serdem hene." -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Roja Kobanê ya Cîhanê hat pîrozkirin
Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi pîrozbahiyan hate silavkirin. -
Şervanên enternasyonalîst banga xwedîlêderketina Şoreşa Rojava kirin
Şervanên enternasyonalîst ên di nav refên YPG û YPJ’ê de Roja Kobanê ya Cîhanê silav kirin û banga xwedîlêderketina Şoreşa Rojava kirin. -
QSD: 1’ê Mijdarê îfadeya yekîtiya neteweyên azadîxwaz a li hember zilma DAÎŞ’ê ye
QSD’ê bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê daxuyaniyek da, diyar kir ku tolhildana binketina DAÎŞ’ê cewherê gef û êrîşên Tirkiyê ye û bang li her kesê kir ku weke 8 sal beriya niha careke din xwedî li destketiyên 1’ê Mijdarê derkevin. -
Xaziyên Kobanê: Em bi îradeya xwe ji kolanekê gihîştin Baxozê
Xaziyên Kobanê gotin, "Roja Kobanê ya Cîhanê encama berxwedaneke mezin e. Divê neyê jibîrkirin, li Kobanê tenê kolanek di destê me de mabû û me bi îradeya xwe, ji wê kolanê xwe gihand Baxozê." -
Xelkê Kobanê li dijî tecrîda li Îmraliyê meşiyan
Bi sedan kes li Kobanê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşiyan. -
Êrîşên bi çekên kîmyewî li Minbicê hatin şermezarkirin
Bi pêşentiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Mibicê bi mîtîngekê êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî hatin şermezarkirin. Her wiha sozên tolhildan û berxwedanê hatin kirin. -
Rojnamevanên Şehbayê: Dewleta Tirk ji dengê azad ditirse
Rojnamevanên Şehbayê nerazîbûn nîşanî êrîş û girtinên rojnamevanên Kurd yên li Bakurê Kurdistanê dan û gotin “Faşîzma dewleta Tirk ji bo li ser heqîqetê bigire, tevahî sînorên mirovahiyê binpê kiriye." -
Rêveberiya Xweser: Em ê li ser xeta berxwedanê ya Kobanê bin
Rêveberiya Xweeser bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku yekîtiya gelan serketin bi xwe re anî. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li ser xeta berxwedanê ya Kobanê em bi biryar û israr in." -
'Di çareseriya aloziya Sûriyeyê de rola jinê girîng e'
Jinên ku tevlî Forûma Jinan a Helebê ya Çandî bûn diyar kirin ku di çareseriya aloziya Sûriyeyê de rola jinê girîng e û bal kişandin ser vî tiştî serhildana ku li Îranê hatiye destpêkirin, temsîla hemû jinan dike. -
Cenazeyê Şehîd Cemal Derwêş hat veşartin
Cenazeyê şervanê Hêzên Ewlehiya Navxweyî Cemal Derwêş ê şehîd bû, hat veşartin. -
Çeteyên HTŞ’ê li Efrînê 4 kes revandin
Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam li navçeya Şera ya Efrînê 4 kes revandin.