Li nêzî Şamê teqînek çêbû: 18 leşker mirin û 27 leşker jî birîndar bûn
Li nêzî Şamê ya ku paytexta Sûriyeyê otobuseke leşkerî hate teqandin. Di êrîşê de 18 leşker mirin û 27 leşker jî birîndar bûn.
Li nêzî Şamê ya ku paytexta Sûriyeyê otobuseke leşkerî hate teqandin. Di êrîşê de 18 leşker mirin û 27 leşker jî birîndar bûn.
Li gorî ajansa nûçeyan a Sanayê ku girêdayî hikumeta Şamê ye li nêzî Şamê, êrîşeke bombeyî li hemberî otobuseke leşkerî hate kirin.
Hate diyarkirin di teqînê de herî kêm 18 leşker mirin û 27 leşker jî birîndar bûne.
Ev bîlanço li gorî salên borî di êrîşên li dijî artêşa Sûriyeyê de, bû bîlançoya herî giran.
Li gorî ajansa Sanayê bombe di binê wesayîta leşkerî de hatiye bicihkirin.