Rojnamevanên Şehbayê: Dewleta Tirk ji dengê azad ditirse

Rojnamevanên Şehbayê nerazîbûn nîşanî êrîş û girtinên rojnamevanên Kurd yên li Bakurê Kurdistanê dan û gotin “Faşîzma dewleta Tirk ji bo li ser heqîqetê bigire, tevahî sînorên mirovahiyê binpê kiriye."

Di 25'ê Cotmehê de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever, nûçegihanên MA'yê Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Bêrîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar, Ceylan Şahînlî, nûçegihanên JINNEWS'ê Habîbe Eren û Oznûr Deger hatibûn destgîrkirin û di 29’ê Cotmehê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.

Rojnamevanên Herêma Efrînê yên li Kantona Şehbayê nerazîbûn nîşanî girtina rojnamevanên Kurd yên li Bakurê Kurdistanê dan û gotin ku armanc bêdengkirina heqîqetê ye.

‘EM Ê PÊNÛS Û KEMAREYÊN WE LI ERDÊ NEHÊLIN’

Pêşkêşvana JIN-TV ya herêma Efrînê Zîlan Hesen diyar kir ku rojnamevanên ku rûyê desthilatdariyê yê rastî dinivîsinin û radighînin dibin hedef û girtin û wiha got, “Rojnamevanên Kurd di bin her şert û mercên dijwar de xebatê xwe dimeşînin. Ji ber heqîqetê dinvîsinin tên destgîrkirin û girtin. Her wiha rastî êşkence û zextên giran tên. Her rojnamevan xwedî mafek rewaye ku bûyerên li herêm an jî welatê xwe bi nêrîna xwe binvîse û ji civakê re raghîne. Rojnamevanên li Tirkiyeyê binêpêkirinên maf yên li ser gel pêk tê ragihandin û ji ber vê bûn hedefa dewletê.”

Hesen anî ziman ku ew weke rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgirî didin mafê dengê azad û wiha dewam kir, “Her çiqas xebata ku em dimeşînin zehmetiyê wê hebe jî, em ê bidomînin û bibin serî. Li dijî zext û siyaseta çewisandinê em ê dev ji kamera û pênûsên xwe bernedin. Weke rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em ê xwedî li hempîşeyên xwe yên li Bakurê Kurdistanê derkevin. Em silavên xwe ji bo hempîşeyên xwe yên girtî re dişînin û dibêjin, em ê pênûs û kemareyên we li erdê nehêlin.”

'AKP’Ê YEK JI REJÎMÊN DÎKTATOR E’

Rojnamevan Neda Ednan anî ziman ku ji bo rejîmên dîktator bêdengkirina dengê heqîqetê û girtina rojnamevanan ne bûyerek xerîb e got, “Girtîgehên Tirkan bi mirovên xwedî ramanên azad tejî bûye. Lê divê haya me jê hebe ku çima ev girtin di Amedê de û beriya konferansa ku ji aliyê AKP'ê ve tê lidar xistin, çêbûye. Partiya AKP’ê yek ji rejîmên dîktator e. Hewl dide sûcê xwe yê bikaranîna çekên kîmyewî yên qedexekirî li dijî hêzên gerîla yên ku li herêmên Parastina Medyayê pêk tê veşêre. Li bajarê Stenbolê jî xwepêşandanên li dijî girtina Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korûr Fîncancî, piştî daxuyaniyên wê yên derbarê bikar anîna çekên kîmyewî de pêk hat. Di nava kesên ku hatine revandin; ez naxwazim bêjin girtin ji ber ku em ê bi vê yekê re rewatiyeke bidin desthilatdariyên dewleta Tirk. Dewleta Tirk bi êrîşên ser rojnamevanan hemû sînorên maf binpêkiriye.”

Ednan di dawiyê de bang li tevahî civaka navneteweyî kir ku bi erk û berpirsyarên xwe rabin û li dijî êrîşên li dijî rojnamevanan xwedî helwest bin.

‘EM Ê LI DIJÎ ÊRÎŞAN ASTA TÊKOŞÎNA XWE BILIND BIKIN’

Nûçegihana ajansa NÛJINHA ya herêma Efrînê Raperîn Bekir destnîşan kir ku her çiqas êrîş û zext hebin jî, ew ê hêj xurttir tevlî xebatên xwe bibin û wiha axivî, “Dema ku em li geşedanên siyasî dinerin, em dibînin ku Tirkiyê di nava aloziyek mezin de ye. Ji ber vê êrîşê her çar aliyê Kurdistanê dike û bi girtina rojnamevanan dixwaze ser van êrîşan bigire. Girtina rojnamevanan qeyrana li Tirkiyeyê ka çiqas kûr e radixe ber çavan. Her çiqas em bi girtina hempîşeyên xwe xemgîn bin jî, em dibêjin dê asta têkoşîn û berxwedana me ya li hemberî faşîzm û desthilatdariyê bilindtir bibe.”