Êrîşên bi çekên kîmyewî li Minbicê hatin şermezarkirin

Bi pêşentiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Mibicê bi mîtîngekê êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî hatin şermezarkirin. Her wiha sozên tolhildan û berxwedanê hatin kirin.

Li Minbicê bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan bi tevlîbûna xelkên ji herêmên rizgarkirî yên mîna Tebqa, Dêre Zor, Reqa û Minbic bi meşeke navendî ya ku ji Çerxerêya Sebeh Behrat destpê kir û heta Lîstingeha Beledî dom kir, êrîş û bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk hate protestokirin.

Di meşê de bê navber dirûşimên dilsoziya bi berxwedana gerîla re hatin qîrkirin û pankartên bi nivîsa ‘Werin Cenga Azadiyê-Tolhildan’, ‘Hevkarên Sûcên Kîmyewî Wê Hesab Bidin’ dîsa wêneyên gerîlayên bi çekên qedexe û kîmyewî şehîd bûne, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên HPG û YJA Starê hatin hildan.

Meş li Lîstingeha Beledî veguherî mîtîngekê. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan axaftin hatin kirin. 

‘RÊBER APO LI BER XWE DIDE’

Li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Ferhat Hesen axivî. Hesen destpêkê bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi tecrîdê di şexsê Ocalan de vînga gelê Kurd bişkîne. Rêber Apo li ber vê tecrîdê li ber xwe dide.”

‘BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ LEWAZIYA WAN NÎŞAN DIDE’

Hesen qala êrîşên dagirkeriyê û bikaranîna çekên qedexe û kîmyewî ya dewleta Tirk a dagirker li ser qadên gerîla bikar tîne jî kir û wiha domand: “Dewleta Tirk pişta xwe daye teknîka serdemê û çekên qedexe û kîmyewî. Êrîşên bi van çekan li ser qadên gerîla dike ne ji hêzbûnê ev bê hêzbûna wan nîşan dide. Çekên qedexe bêhêziya wê nîşan dide.”

‘GERÎLA LI BER ÇEKÊN KÎMYEWÎ LI BER XWE DIDE Û DERBAN LI WAN DIDE’

Li ser berxwedana gerîla jî Hesen ev got: “Tevî her cûre çekên qedexe û kîmyewî gerîla li ber xwe dide. Rojane derbên xurt li dagirkeriyê didin.”

‘EM Ê BI ROLA XWE YA PÊŞENGTIYÊ RABIN’

Herî dawî Ferhat Hesen qala êrîşên Tirkiye yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî kir û diyar kir ku ev êrîş ji hev ne qutin û girêdayî hevin. Hesen got: “Çi dibe bila bibe, em gav bi şûn ve navêji. Em soza tolhildanê didin. Em ê ciwan bi erk û rola xwe ya pêşengtiyê rabin.”

Piştî Hesen li ser navê Kombûna Zemîbyayê Fatma Tebqa jî axivî û bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û got: “Dewleta Tirk daye pey xeyalên Osmaniyan û dixwazin vê pêk bînin.”

Piştî axaftinan li vir şanoyek bêdeng ku balê dikişîne ser bikaranîna çekên qedexe û kîmyewî. 
Çalakî piştî şanoyê bi dirûşman dawî bû.