Xaziyên Kobanê: Em bi îradeya xwe ji kolanekê gihîştin Baxozê

Xaziyên Kobanê gotin, "Roja Kobanê ya Cîhanê encama berxwedaneke mezin e. Divê neyê jibîrkirin, li Kobanê tenê kolanek di destê me de mabû û me bi îradeya xwe, ji wê kolanê xwe gihand Baxozê."

Di 15'ê Îlona 2014'an de çeteyên DAÎŞ'ê bi tank û topan êrîş birin ser bajarê  Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê. Xelkê Kobanê û şervanên YPG û YPJ'ê bi rengekî dîrokî li ber xwe dan û nehiştin ku bajar bikeve destê çeteyên dijminê mirovahiyê. Di rojên herî krîtîk ên berxwedana Kobanê de, Xwediyên Xelata Nobelê jî di nav de gelek akademîsyen, rewşenbîr, nivîskar û hunermendan bang kirin û li ser banga wan 1'ê Mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanê hate ragihandin.

Piştî vê banga dîrokî ji Elmanyayê heta bi Îtalyayê, ji welatên Skandînavyayê heta bi Fransayê, ji Îngilistanê heta bi Yewnanistanê, ji Kanadayê heta bi Awûstralyayê, ji Hindistanê heta bi Ekvadorê, ji Spanyayê heta bi DYE'yê li gelek welatan bi milyonan mirov daketin qadan û piştgirî dan berxwedêrên Kobanê.

DESTPÊKÊ JI BO BELGEKIRINA TÊKÇÛNA ME HATIN SER SÎNOR

Gelo yên ku wê demê li Kobanê li ber xwe dan 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê çawa pêşwazî dikin, çawa bi bîr tînin? Endamê Komîteya Xaziyên Kobanê Îsmaîl Mihemed bi bîr xist ku dema li Kobanê şer destpê kir, endamên gelek organên çapemeniyê ên cîhanê li ser sînor civiyan û got, "Wan xwestin vî şerî bi belge bikin. Lê belê ya ku dixwestin bi belge bikin berxwedan nebû. Tişta dixwestin bi belge bikin têkçûna berxwedêran, têkçûna afirînerên jiyaneke demokratîk û azad bû. Ev yek ne tenê dersek bû ku dixwestin bidin gelê Kurd. Bi vî rengî dihate xwestin ku di şexsê Kobanê de dersekê bidin gelên cîhanê."

Îsmaîl Mihemed bi bîr xist ku cîhanê dît bê dewleta Tirk li ser sînor bi çi rengî piştgirî dida çeteyan û wiha dewam kir, "Lê belê berxwedana ku li Kobanê hate kirin ev yek nîşanî tevahiya cîhanê da; gelekî xwedî îrade her tim û di her şert û mercî de dikare li ber xwe bide. Gelên cîhanê bûyerên di vî şerî de qewimîn dîtin, şahidî ji êş û azarê re kirin, êşa bi hezaran mirovên koçberbûyî dîtin. Eger îro Roja Kobanê ya Cîhanê hebe ev yek bi saya gelên cîhanê ye."

KOBANÊ BI BERXWEDANA XWE CÎHANÎ BÛ

Îsmaîl Mihemed diyar kir ku piştî vê berxwedana li Kobanê bi sedan mirovî xwestin xwe bigihînin Kobanê û got, "Xwestin cihê xwe li gel şervanan bigirin ku li Kobanê li ber xwe didan. Bi sedan jê hatin û bi dehan jî şehîd bûn. Her ku çeteyan û piştevanên wan xwestin Kobanê bifetisînin, berxwedana Kobanê mezintir bû û her ku wan xwestin berxwedana Kobanê têk bibin û îradeya wê hilweşînin, Kobanê cîhanî bû."

Îsmaîl Mihemed ragihand ku Kobanê bi yekîtiya berxwedêran hate rizgarkirin û got, "Bila neyê jibîrkirin; li Kobanê tenê kolanek di destê me de mabû. Me bi îradeya xwe ji wê kolanê destpê kir û xwe gihand Baxozê. Berxwedana Kobanê ji bo tevahiya cîhanê bû çavkaniya sûdwergirtinê û hêviya berxwedanê ji bo gelên azadîparêz û gelên bindest."

Îsmaîl Mihemed diyar kir ku Roja Kobanê ya Cîhanê encama îrade, ked û berxwedaneke mezin e û herî dawî got, "Em Roja Kobanê ya Cîhanê diyarî Rêberê felsefeya xwe, xwediyê projeya me ya demokratîk û gelên berxwedêr dikin. Em zanin ku roja Rêberê me azad bû, wê weke roja azadiya gelên Rojhilata Navîn bê ragihandin."

BERXWEDANA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ CIHÊ KÊFXWEŞIYÊ BÛ

Ciwan Azad ê ji Reqayê ku sla 2012'an endamê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) bû û dema êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê destpê kir berê xwe da Kobanê, li wir birîndar bû.

Ciwan Azad diyar kir ku pêvajoya ji destpêkirina Şoreşa 19'ê Tîrmehê heta bi şerê Kobanê ji bo wan pêvajoyeke pîroz e û got, "Firsendeke dîrokî ketibû desetê me. Ji bo me ciwanên Kurd, şerê di oxira welatê xwe de, rizgarkirina warê xwe ji dagirkeran û avakirina welatekî azad cihê kêfxweşiyê bû."

LI KOBANÊ 13 HEZAR ÇETE TÊK ÇÛN

Ciwan Azad anî ziman ku ji çar aliyên Kurdistanê jin, ciwan, extiyar; her kesî Kobanê hembêz kirin û got, "Vê berxwedanê plana dewletên li pişt DAÎŞ'ê têk bir. Bêguman divê cîhan tev xwedî li gel û berxwedêran derkeve. Eger gelek xwedî li xwe dernekeve kes xwedî lê dernakeve. Gelê Kurdistanê ev yek ispat kir. 13 hezar DAÎŞ'î li Kobanê têk çûn. Lewma 72 welat neçar man piştgiriyê bidin QSD'ê. Berxwedan û îradeya gelê Kurd kir ku koalîsyon piştgiriya QSD'ê bike. Eger ev berxwedan nebûya, van welatan ti carî piştgirî nedidan."

Xaziyê Kobanê Ciwan Azad destnîşan kir ku ji bo projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi cîhanê bide naskirin wê têkoşîna xwe dewam bikin û herî dawî got, "Eger dewleta Tirk îro ewqasî bêperwa êrîşî Îmraliyê dike, her wiha çekên kîmyewî jî di nav de bi her rêbaza hovane êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, ev yek nîşaneya tengaviya xwe ya li hemberî têkoşîna Kurdan e."