Ruksen da pey azadiyê

Ruksen di temenê xwe yê biçûk de di bin bandora dîmenên gerîlayên jin de, bû şahidê rastiya gerîlayên jin ên ku bi fedakarî li ber xwe didin. Bavê wê Mihemed Tahir got, "Ruksen li pey azadiyê bû û ew dît."

Rûksen Zagros (Newroz Tahîr) a ji Qamişlo yek ji 17 gerîlayan e ku di mehên Tebax, Cotmeh û Mijdarê de di êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk de şehîd bûye.

Ruksen Zagros li bajarê Qamişlo yê ku pêşengiya Şoreşa Rojava kir ji dayik bû û di malbat û derdoreke welatparêz de mezin bû. Ji ber ku di 22'ê Adara 1998'an de roja piştî Newrozê ji dayik bû, malbata wî navê wî danî Newroz.

BÎRA XWEPARASTINÊ DIBE

Di hawîrdoreke ku çanda berxwedanê lê zindî ye de Ruksen mezin bû ev tişt jê re derfet çêkir ku  têkoşînê zû nas bike. Di demekê de ku çirûskên Şoreşa Rojava li her qadê belav bû û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê zêde bûn, di êrîşa sala 2014’an de li ber avahiya Ekolojî û Şaredariya Qamişlo de jin jî di nav de şehadet çêbûbûn. Van şehadetan bandor li ser Ruksen çêkir û ji bo wê serdemeke nû dest pê kir. Ruksen ku di nava Tevgera Ciwanên Şoreşger de cih digire, vê xebatê têra wê nekir û lêgerîna wê digihîje qonaxeke din. Di sala 2014’an de beşdarî Newroza Rimêlanê dibe û di 22’ê Adara 2014’an de di pêvajoya Şoreşa Azadiyê ya Rojava de bûye şahidê pêşengiya jinên Kurd û bi hişyarkirina gelên ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de cih digirin, biryar da ku tevlî têkoşîna azadiya Kurdistanê bibe.

DIKEVE BIN BANDORA GERÎLAYÊN JIN

Ruksen ku di temenê xwe yê biçûk de dikeve bin bandora dîmenên gerîlayên jin ên ku ku ji bo azadiya gel û welat bi fedakarî li eniyên şer in û bi fedakariyeke mezin li ber xwe didin.  Bala Ruksenê diçe ser felsefeya Rêber Apo û eleqedariya wê zêdetir dibe.

Ruksen ku li dijî êrîşên qirkirinê yên bi Şoreşa Rojava re li ser gel hatin pêşxistin, weke jineke Kurd tevlî nava refên têkoşînê bû, li qadên ku şer lê dijwartir bû, ma.

Ruksen demeke dirêj li herêma Metîna gerîlatî kir. Bi ezmûna xwe ya gerîlatiyê derbasî Zapê bû. Rûksen ku di her kêliya Zapê de xwedî ked e, her tim bi kesayeta xwe ya enerjîk û kedkar pêşengî dikir.

LI SER XETA SERKEFTINÊ LI BER XWE DA

Rûksen ku bê hesab beşdarî jiyanê dibe û hem di warê leşkerî de hem jî di warê bîrdozî de xwe bi pêş dixe, pratîkeke pêşeng a milîtaniyê nîşan dide.

Ruksen yek ji pêşengên berxwedana li dijî êrîşên dagirkeriyê ye û bi awayekî aktîf beşdarî Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê dibe. Ruksen ku ti carî ji xeta berxwedan û serketinê tawîz neda, di Cotmeha 2022’an de di dema êrîşên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk de li Zapê şehîd bû.

Bavê wê Mihemed Tahîr û xwişka wê ya mezin Kevser Tahîr ji ANF'ê re qala şehîd Ruksen Zagros kirin û bertek nîşanî êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk û hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re dan.

Mihemed Tahir li ser zarokatiya keça xwe Ruksen got: “Ji zarokên me herî zêde bi diya xwe ve girêdayî bû. Ji ber ku ew zaroka herî biçûk ê malê bû, ji bo min, diya xwe, xwişk û birayên xwe hêja bû. Li malê hebûn û nebûna wê diyar bû. Ji ber ku şermok bû, bêdeng bû, lê carinan bi gotinekê hemû atmosfer diguherand.”

Bavê wê diyar dike Ruksen hê di zaroktî de dikeve bin bandora dîmenên gerîlayên jin û digot ‘Xwezî ez jî li ba wan bûma’. Bavê wê axaftina xwe wisa didomîne “Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî Rojava û teqîna li şaredariya Qamişlo, Rûksen hîn zêdetir guherî. Di nava atmosfereke şerekî dijwar de beşdarî xebatên ciwanan bû.”

DOZA RUKSEN DOZA GELEKÎ YE

Bavê wê Mihemed anî ziman ku dayika wî 2 meh beriya şehadeta Ruksen bi şehadeta Ruksenê hîs kir û got, "Ruksen tenê ji bo me şer nekir, doza wa doza gel e, ew li pey azadiyê beziya û gihîşt azadiyê.” Bavê wê dûre bertekên xwe yên li hemberî dewleta Tirk û PDK’ê wiha tîne ziman: “Em ti carî qebûl nakin ku li dijî zarokên me çekên kîmyewî bên bikaranîn, çi li dijî gerîla be, çi jî li dijî YPG-YPJ’ê be. Em bi wan kesan re ne ku, ji bo berjewendiyên gelê Kurd têdikoşin Zarokên me ji bo azadiyê têdikoşin. Zilm li tu kesî nekirine û li ser xaka Kurdistanê dijîn. Ew axa kesî dagir nakin."

WÊ ROJA HESABDANÊ JÎ WERE

Bavê Mihemed tevlîbûna PDK’ê ya di êrîşên dewleta Tirk de şermezar kir û got, “Eger destê kê di xwîna zarokên me de be, em qebûl nakin û em ê bêdeng nemînin. Weke her car em îro jî bi zarokên xwe re ne. Zarokên me pêşengên me ne. Ji bo me şer dikin û têdikoşin."

DIVÊ PDK BERSIVÊ BIDE

Xwişka Rûksen a mezin Kevser Tahîr jî diyar kir ku divê PDK’ê bersiva vê pirsê bide û wiha berdewam kir: “PDK ji Tirkan re rê vedike û Tirk jî çekên kîmyewî bi kart tînin. Him rê li ber Tirkan vedikin û Tirk jî çekên kîmyewî bi kar tînin. Kesên ku dibêjin em Kurd in çima rê li pêşiya êrîşên kîmyewî vedikin?”

Kevser îşaret bi bêdengiya cîhanê dike û wiha bang dike: “Nêzî 7 meh in bi çekên kîmyewî êrîşî gerîla dikin. Dinya li hember kîmyasalên tên bikaranîn bêdeng dimîne. Divê ne Kurd ne jî gelên din bêdeng nemînin.”

LI SER NAVÊ WÊ DEWRA PERWERDEYÊ HATE VEKIRIN

Rûksen a li Zapê di encama êrîşên kîmyewî yên artêşa Tirk de şehîd bû, gelên  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê soza şopandina rêya wê da. Ji bo bîranîna şehîd Rûksen Zagros, 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de li Rimêlanê dewreya perwerdehiyê ya Şehîd Newroz Tahîr a girêdayî Akademiya Civaka Demokratîk hate vekirin.