Gel çûn serdana malbata şehîd Şahîn: Em xwedî li berxwedana gerîla derkevin

Bi sedan kesan sersaxî dan malbata şehîd Zinar Şahîn. Di serdanê de hate diyarkirin ji ber îxaneta PDK’ê zarokên gelê Kurd şehîd dibin.

Şehîd Zinar Şahîn (Reşîd Kicî) di 14’ê Tebaxê de di berxwedana li hember êrişên dagirkeriya Tirk de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû.

Bi sedan şênî tev li merasîma sersaxiyê ya şehîd Zinar Şahîn bûn ku li gundê Sêgira Koçerat ê navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişloyê hatibû lidarxistin.

Di merasîmê de hevseroka meclisa navçeya Girkê Legê Zulfa Bedro axivî û sersaxî da malbata şehîd û hemû gelê Kurdistanê.

Zulfa bang li hevkarên dagirkeriya Tirk kir ku li xwe vegerin, bang li PDK’ê kir û got “Ev hevkariya we dibe sedema şehîdxistina zarokên me yên ku ji bo azadiyê li çiyayên Kurdistanê têdikoşin.”

Her wiha di merasîmê de endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Girkê Legê Egîd Îsmaîl axivî û got: “Em di pêvajoyeke gelek hesas û dîrokî re derbas dibin ku hêzên dagirker hewl didin felsefeya me ya demokratîk tune bikin. Ji ber wê divê em amade bin, nirxên xwe yên Kurdistanî biparêzin û piştgiriyê bidin berxwedana HPG’ê.”

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin.