Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Roja Kobanê ya Cîhanê hat pîrozkirin

Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi pîrozbahiyan hate silavkirin.

Koordînasyona Kongra Star bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li bajarê Helebê meşek li dar xist. Endama Koordînasyona Kongra Star Fehmiye Hemo ku di meşa ku gelek kes tevî nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdar bûn de axivî û got: "Em di şexsê Şehîd Arîn Mîrkan de ku agirê şoreşa Rojava vêxistiye û bû sembola jinên azad, hemû şehîdan bi bîr tînin.

Piştî meşê girseya gel li ber stranan govend gerand.

Li navçeyên Kantona Qamişlo jî 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hate pîrozkirin.

Li Dêrikê jî gel bi boneya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, karwana wesayîtan pêk anî, li navenda bajêr bi muzîkê û dirûşmeyan geriya.

Li Girkê Legê jî ji qada Şehîd Xebat heta çarêyana Azadî meş hate lidarxistin.

Meclîsa navçeya Çilaxa bi boneya Roja Kobanê ya Cîhanê şahiyek li dar xist.